Berdevkê Hikûmeta Îraqê: Peywendiyên bi Amerîkayê re ji hevbeşiya ewlehiyê bo veberhênanê veguheriye

Êraq 09:47 AM - 2026-07-15
Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê INA

Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê

Îraq

Berdevkê hikûmeta Îraqê radigihîne ku têkiliyên navbera Bexda û Waşintonê ji hevkariyeke ewlehiyê veguherîne qada veberhênan û darayî, û tekez dike ku Îraq xwe ji nakokiyan dûr dixe.

Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê ragihand: Serdana serokwezîr a ji bo Waşitonê bingehekê ji bo qonaxeke nû ya aborî di têkiliyên navbera her du welatan de datîne.
Her wiha dibêje ku civîna navbera Zeydî û Trump pir erênî bûye û tê de tekezî li ser veguhastina hevkariyan ji warê ewlehiyê bo sektora veberhênan, darayî û enerjiyê hatiye kirin.
Ebûdî bal kişand ser vê yekê jî ku Îraq xwe ji nakokiyan dûr dixe û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên tu welatî de nake. Û got jî: Hikûmeta niha li ser vê prensîba cêgir kar dike ji bo parastina berjewendiyên gel, bi taybetî di vê qonaxê de ku sektora aborî mezintirîn astengî ye li pêşiya welat. Ji ber vê yekê hewl tê dan ku Îraq bibe navendeke geşepêdanê ya dûrî alozî û rageşiyê.

Di dawiyê de jî, Heyder Ebûdî berdevkê hikûmeta Îraqê aşkere kir ku di 30ê Îlona (9) 2026an de dawî li hebûna serbazî ya Amerîkayê li Îraqê tê. Di wê dîrokê de qonaxeke nû ya geşepêdanê dest pê dike ku tê de hevkariya aborî ya demdirêj û afirandina jîngeheke aram ji bo veberhêneran tê mîsogerkirin, ev yek jî wekî werçerxaneke dîrokî di têkiliyên her du welatan de tê hesibandin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket