Trump ji bo Zeydî:Ew serkirdeyekî mezine û karê baş dike

Êraq 11:07 PM - 2026-07-14
 Donald Trump û Elî Zeydî Nivîsingeha Ragihandina Serokwezîrê Îraqê

Donald Trump û Elî Zeydî

Îraq

Îro Sêşem rêkefta (14-07-2026) an Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li serokwezîrê Îraqê Elî Falih el-Zeydî kir, ev serdan beşek ji serdana fermî ya Serokwezîrê Amerîkayê ye.

Trump di pêşwaziya xwe ya li Koşka Spî de bi germî pêşwazî li serokwezîr kir,û li ser hatina Zeydî bo Washingtonê agahî da rojnamevanan û got:Em ji Îraqê hez dikin û ev zilam bi awayê herî baş nûnerayetiya Îraqê dike.

Hevkariya di navbera Îraq û Amerîka de gelek xurt e

Piştî pêşwaziyê, Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir ku hevbeşiya di navbera Amerîka û Îraqê de xurt e û Îraq welatekî mezin e, her wiha pesnê hewldanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da û got:Pilanên vekişînê yên hevpeymaniya navneteweyî bi rêkûpêk dimeşin.

Trump di civîneke rojnamevanî ya hevbeş de Zeydî li Koşka Spî got: "Ev ne tesaduf e, ji bo min şanaziyek mezin e ku ez mazûvaniya serokwezîr dikim," wî got. "Bandora Zeydî dê ji Îraqê wêdetir biçe û ew dê li Rojhilata Navîn bibe rêberek û me bi Îraqê re hevkariyek xurt heye.

Her weha got: Îraq welatekî mezin e û têkiliyên me yên baş bi Zeydî re hene,ew zilamekî bihêz e û Îraq xwedî çavkaniyên wuze û petrolê yên bê hejmar e, û em ê çend peymanên mezin yên petrolê bi Îraqê re îmze bikin.

Her weha aşkere kir ku, em ne hewceyî leşkerên xwe li Îraqê ne û ne jî hebûneke leşkerî heye û pilanên vekişîna hevpeymaniya navneteweyî ji Îraqê dê bi awayekî xweş werin bicîhanîn,û tekez kir ku, em piştgiriyê didin gavên Zeydî ji bo sînordarkirina çekên di destê dewletê de.

Kurdistan beşek girîng a Îraqê ye

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Elî Zeydî di kongreyeke rojnamevaniyê  de ragihand ku, serdana wî ya Washingtonê ji bo ragihandina hevkariyeke stratejîk ya hevbeş tê û Amerîka hevkarê stratejîk yê herî girîng yê cîhanê ye, her weha aşkere kir ku hêzên ewlehiyê dikarin axa Îraqê biparêzin.

Serokwezîr dazanîn ku gelek çek ji hin koman hatine bidestxistin û emê alîkariya her kesê ku dest bi çalakiyên siyasî bike bikin,piştî 30ê Îlonê hewcedarî bi tu komê tune û hêzên me yên ewlehiyê dikarin axa me biparêzin.

Derbarê pirsa aborî û petrol jî Zeydî ragihand ku kompaniyên Amerîkî dikevin bazara Îraqê û em dixwazin di OPECê de parek adil hebe.

Her weha got:Ziyanên Îraqê ji ber terorê gihîştiye zêdetirî 400 milyar dolaran û tekez kir ku Kurdistan beşek girîng ya Îraqê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket