Trump: Em ji Gelê Iraqê hez dikin

Êraq 07:01 PM - 2026-07-14
Donald Trump û Elî Zeydî ajans

Donald Trump û Elî Zeydî

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir û ragihand: Em ji Iraqê hez dikin.

Trump got, "Zeydî pir baş nûnertiya me dike. Wî hilbijartinek mezin qezenc kir. Ez dikarim ji we re bêjim ku gelê Iraqê pir baş tê temsîlkirin. Em ji Iraqê hez dikin."

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî roja Duşemê (13ê Tîrmeha 2026an) ji Bexdayê bi serokatiya şandeyeke bilind a hikûmî û aborî ber bi Amerîkayê ve birêket.

Şandeya Iraqê dê bi aliyê Amerîkayê re li ser gelek mijarên hevpar, di nav de mijarên siyasî û ewlehiyê, û her weha pêşxistina hevkariyê di warên aborî û veberhênanê de, gotûbêj bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket