Serokê fraksiyona YNK ya parlamenê di nav şanda Îraqê ya bo Amerîkayê de ye

Êraq 10:12 AM - 2026-07-13
Elî Zeydî û şanda pêre Mekteba serokwezîr

Elî Zeydî û şanda pêre

Îraq Amerîka

Serokwezîr Elî Faleh el-Zeydî berbanga sibê ya îro Duşemê 13/7/2026an, li ser serê şandeke hikûmî û aborî, di serdaneke fermî de ji paytext Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Şande dê di dema serdanê de çendîn dosyayên hevbeş ligel aliyê Amerîkî gotûbêj bike, ku di serî de pirsên siyasî û ewlehî ne, li gel hevkariya aborî û veberhênanê.
Di şandeya ligel Zeydî de wezîrên derva, darayî, neft, kehreba û bazirganiyê, her wiha parêzgarê Banka Navendî, şêwirmendê ewlehiya neteweyî û hejmarek ji parlamenter, şêwirmend û berpirsên payebend ên dewletê cih digirin.

Her wiha Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encûmena Nûneran de û Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoyê Herêm Kemal Axa jî di nav şandeyê de ye.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket