Çîn û Îran bersiva gefên Trump didin

Cîhan 06:08 PM - 2026-07-08
Alên DYA û Îranê PUKMEDIA

Alên DYA û Îranê

Amerîka Çîn Îran

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku destpêkirina şer di navbera Washington û Tehranê de ne di berjewendiya kesî de ye;Şêwirmendê Rêberê Bilind got ku serokê Amerîka gef xwariye ku dê êrîşeke dijwar li ser Îranê bike;gef û pêngavên Amerîka herêmê ber bi agir ve dibin û Îran mafê xwe diparêze ku li dijî êrîşên Amerîka bersivê bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Mao Ning di kongreyeke rojnamevaniyê de rgihand ku dubare gurkirina şer ji berjewendiyên ti aliyan re xizmet nake, ji ber ku rêbazên leşkerî nikarin pirsgirêkên bingehîn çareser bikin.

Her weha got:"Em bang li her du aliyan dikin ku yadeşta têgihîştinê ya ku hatiye îmzekirin bicîh bînin û nakokiyên xwe bi diyalog û danûstandinan çareser bikin, ji bikaranîna hêzê dûr bisekinin.

Ji aliyekî divn ve;Şêwirmendê Rêberê Bilind yê Îranê Elî Ekber Wîlayetî got:Berpirsiyariya serokê Amerîka ye ku betalkirina yadeştnameya têgihîştinê ya Tehran-Washingtonê nas bike.
Her weha ragihand ku; gef û pêngavên Amerîka wê herêmê ber bi agir ve bibin û Îran mafê xwe diparêze ku li hemberî êrîşên Amerîka bersivê bide.

Ev yek di demekê de ye ku,îro Çarşem rêkefta (08-07-2026) an serokê Amerîka Donald Trump di çend daxuyaniyên cuda de  ragihand ku; me di êrîşên berê de hêza esmanî ya Îranê wêran kiriye, û ger pêwîst be, saziyên wuze; santralên avê û heta kontrolkirina Girava Xarg jî vebijark in.

Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku; yadeştnameya têgihîştinê bi Îranê re hatiye dawîkirin û Jared Kushner û Steve Witkoff dê li ser vê dozê berdewam bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket