Ehmed Şereh Enqerê beşdarî civîna bilind ya NATO dibe

Cîhan 03:28 PM - 2026-07-08
Dîmenek ji cihê civîna Nato li Enqerê PUKMEDIA

Dîmenek ji cihê civîna Nato li Enqerê

Cîhanî

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şereh îro gihîşte bajarê Enqerê paytexta Tirkiyê û biryar e li wir di çarçoveya civîna bilind ya NATOyê de bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive.

Lûtkeya han ku îro roja Çarşemê bi beşdarbûna 36 serokên dewlet û hikûmetan, digel hejmarek nûnerên welatên Kendavê bi dawî dibe, di heman demê de El Şereh li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan beşdar bû.

Trump roja Sêşemê, li kêleka Erdogan, ji rojnamevanan re got ku Amerîka "têkiliyeke xwe ya pir baş" bi serokê nû yê Sûriyê re heye, û got:Ev yek bi saya Serok Erdogan e.

Ev civîn berfirehkirina danûstandinên di navbera her du aliyan de ye, piştî ku Trump û El Şereh cara yekem li Erebistana Siûdiyê di dema serdana serokê Amerîka ji bo welatên Kendavê di Gulana 2015an de civiyan, berî ku Şereh di Mijdara heman salê de serdana Koşka Spî bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket