Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina sê terorîstên DAIŞê ragihand

Kurdistan 10:29 PM - 2026-07-07
terorîstên girtî taybet

terorîstên girtî

Terorîst

Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê di meha Nîsan û Hezîrana 2026an de li sinorê parêzgehên Silêmanî û Kerkukê li ser bingeha pevguherîna zanyarî û îstîxbaratê sê terorîstên DAIŞê desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, ku kopiyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin, her sê terorîstan piştî ku hewl dane koç bikin, lê ji ber şert û mercên ewlehiyê û girtina hemû rêyan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nekarîn xwe xilas bikin û wan  di 10 rûpel û hesabên li ser torên civakî (Facebook, TikTok, Instagram, Telegram, YouTube) de propagandeya tundrewî nîşan dane.

Dezgeha Asayîşa Herêmê diyar kiriye ku terorîstan li xwe mikur hatine ku bi rêya torên civakî propaganda tundrewiyê kirine û ciwanan teşwîq kirine ku ramanên tundrew qebûl bikin û tevlî rêxistinên DAIŞê bibin û tevlî refên DAIŞê bikin.

Dezgeha Asayîşa Herêmê aşkere jîkiriye ku; di nihade tometbar li gorî madeya 2 ya Qanûna Terorê hatine girtin û lêpirsîn berdewam dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket