Li Dîmeşqê çend teqînan rû dan

Cîhan 11:37 AM - 2026-07-07
Bajarê Dîmeşqê Rueters

Bajarê Dîmeşqê

Sûriyê

Hemwextî serdana serokkomarê Fransa Emmanuel Macron bo bajarê  Dîmeşq paytexta Sûriyê li ser riya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de teqîn çêbûn û di encamê de 18 kes birîndar bûn ku 4 ji wan  polîs bûn.

Beriya çend kêliyan li bajarê  Dîmeşqê teqîn çêbûn û hêzên ewlekariyê ketin nava amadebaşiyê, lê heya niha desthilata Sûriyê derbarê teqînan û encamên wê de daxuyanî nedane.

Li gorî agahiyên ji herêmê li dirêjahiya riya di navbera Pira Victoria û Meydana Umewîyîn de rêzeteqîn li nêzî Otela Forsînozer, Wezareta Turîzmê û devera nêzî Pira Victoriyayê teqînan rû daye.

Piştî teqînan aliyên peywendîdar lêkolîn dane destpêkirin,heya niha derbarê bûyerê û ziraran de tu daxuyaniyên fermî ne hatine dayîn.

Teqîn hemwextî serdana serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ku duh gihaştibû bajarê  Dîmeşq, rû dan,piştî teqînan Koşka Élysée daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Macron baş e.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket