Şêx Cefer pesna rolê Konsulê Giştî yê Brîtaniya dike

Kurdistan 08:33 PM - 2026-07-06
ŞêxCefer û Konsulê Giştî yê Birîtanya Ragihandina Şêx Cefer Şêx Mistefa

ŞêxCefer û Konsulê Giştî yê Birîtanya

Şêx Cefer Şêx Mistefa

Îro Duşeme 6/7/2026 Cîgirê Serokê Herêma Kurdistana Şêx Cefer Şêx Mistefa bi boneyadawîhatina erkê wî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanî li Herêma Kurdistana Andrew Beasley, kir.

Di hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Herêmê spasiya xwe ji bo xebata birêz Andrew Beasley kir, ku di demên berê de wekî Konsulê Giştî yê Brîtanî li Herêma Kurdistanê, roleke girîng di pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de lîstiye û pesnê wî da.

Ji aliyê xwe ve, Andrew Beasley spasiya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgirî û alîkariya wan di serkeftina kar û erkên wî yên di demên berê de, û piştgirî û alîkariya berdewam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê piştrast kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket