Serokê Dadgeha Bilind: Ji bo 3300 gumanbaran fermana girtinê hatiye derxistin
Êraq 06:51 PM - 2026-07-05
PUKMEDIA
Dadrês Sed El-Lamî, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê
Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê aşkere dike ku nêzîkî 3300 fermanên
girtinê ji bo wan tawanbaran hatine derxistin ên ku di serdema rêjîma berê de
tawanên li dijî mirovahiyê encam dabûn. Her wiha aşkere dike ku Dadgeha Temyîzê
cezayê bidarvekirinê yê Ecac pesend kiriye û rêkar li Serokatiya Komarê ne.
Dadrês Sed El-Lamî, Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê, di
hevpeyvînekê de ligel Ajansa Nûçeyan a Îraqê ragihand: Dadgeha me di sala
2005an de hatiye avakirin û berdewamiya wê dadgehê ye ya ku Encûmena
Hikûmraniyê di sala 2003yan de ava kiribû, ku karên wê ji bo qonaxeke diyarkirî
ya lêkolînê bûn.
Her wiha dibêje: Dadgeha me, heta wê dema ku ser bi Encûmena
Wezîran ve bû, cezayê bidarvekirinê ji bo 20 kesan ji serkirdeyên rêjîma berê
derxistibû. Lê piştî sala 2012an, bûye dadgeheke pispor ku taybet e bi pirsên
teror, destpakî, tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û komkujiyê.
Derbarê giliyên nû û wan dosyeyên ku kar li ser dikin de,
Serokê Dadgeha Bilind a Sûcên Îraqê ragihand: Giliyên nû pir kêm in, lê em kar
li ser bi hezaran dosyeyan dikin û nêzîkî sê hezar û 300 kesan jî fermana
girtina wan derketiye, ku di serdema rejîma berê de tawanên li dijî mirovahiyê
encam dabûn. Kêşe di girtina hinek ji wan de heye û hinek ji wan jî li derveyî
welat in.
Ev dosyayên ku dadgeh li ser wan dixebite, girêdayî wan giliyên ne ku li
ser tawanên navbera 17ê Tîrmeha 1968an heta Gulana 2003an hatine qeydkirin.
Derbarê wan kesên ku hatine cezakirin jî, Serokê Dadgehê Dadwer
Sed El-Lamî eşkere kir: Heta niha 160 kes hatine cezakirin, ku cezayê bidarvekirinê
bi ser 26 kesan de hatiye sepandin.
Girêdayî mijara tawanbar Ecac û gorên bikom jî ragihand:
Qurbaniyên mijara Ecac, ew in ku ji kîmyabaran û êrîşên leşkerî yên li ser
herêmên Herêma Kurdistanê rizgar bûn, lê piştre hatin girtin û bo biyabanên
başûrê Îraqê hatin veguhastin.
Derbarê cezayê bidarvekirinê bo Ecac jî ragihand: Dadgeha
Pêdaçûnê ceza pesend kiriye û rêkar li Serokkomariyê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

