Dadwerî û Paqijiya Îraqê: Bi milyaran dolarên ku hatibûn dizîn bo welat hatin vegerandin
Êraq 03:44 PM - 2026-07-05
PUKMEDIA
Vegerandina dolaran bo Îraqê
Wezareta Dadê ya Îraqê ragihand ku di dosyeya vegerandina pereyên hatine
qaçaxkirin û cemidandin ên li derve de, di du salên borî de encamên erênî yên
mezin hatine bidestxistin. Wezaretê tekez kir ku bi hevahengiyeke hevpar ligel
Desteya Paqijiyê ya Federal li 5 welatan dosyeyên qanûnî yên nû hatine vekirin.
Vegerandina pereyan pişta xwe dispêre peymanên rûbirûbûna gendeliyêBerdevkê Wezareta Dadê, Ehmed El-Lueybî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: Pêvajoyên vegerandina pereyan li ser bingeha bendên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Rûbirûbûna Gendeliyê hatine kirin. El-Lueybî eşkere kir ku hewldanên vegerandina pereyên ku di salên 2025 û 2026an de hatine dizîn bûne sedema vegerandina zêdetirî 3 mîlyon dolarên ku li Libnanê cemidîbûn, her wiha zêdetirî 20 milyar û 457 mîlyon dolar ji bo berjewendiya Banka Navendî ya Îraqê hatine vegerandin û parastin. Ji bilî vê, milyarek û 706 mîlyon dolarên ku ji aliyê tawanbarekî reviyayî ve ji bo Urdunê hatibûn qaçaxkirin, hatine vegerandin.
Desteya Paqijiyê: Nîvê kesên reviyayî bi rêya "Interpol"ê hatin girtinJi aliyê xwe ve, Desteya Paqijiyê ya Federal eşkere kir ku wan bi rêya hevahengiyeke asta bilind ligel Rêxistina Polîsê Navdewletî (Interpol), karîbûn nîvê tawanbarên dozên gendeliyê yên ku reviyabûn derveyî welat bigirin, û tekez kir ku perên pir mezin bo xezîneya giştî ya dewletê hatine vegerandin
Surprîzên mezin li pêş in
Desteya Paqijiyê hişyarî da ku wê di demeke nêz de dosyeyên nû yên gendeliyê eşkere bike ku wek "surprizên mezin" binav kirin. Desteyê da zanîn ku ev dosye girêdayî kesayetên pir diyar ên di qada siyasî û civakî de ne, û vegerandina birrên mezin ên pereyan li xwe digirin ku rayedaran vê dawiyê dest danîne ser wan.
Astengiyên yasayî û kêşeyên aborîDerbarê kêşeyên ku rûbirûyê şopandina dravên talankirî dibin, Desteyê eşkere kir ku hîn jî astengiyên yasayî ligel hin dewletan hene ku ji ber cudahiya pergalên yasayî peyda bûne. Desteyê diyar kir ku zehmetî di "tevlîkirin û helandina" hin ji wan dravên dizî de ye di nav aboriya welatên ku hewandina wan dikin, ev yek jî hewceyî hewldanên hûr û belgeyên yasayî û dadwerî yên teqez e da ku were îsbatkirin ku ew drav milkê Komara Îraqê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

