Pakistan mêvandariya gereke nû ya danûstandinên navbera Waşînton û Tehranê dike

Cîhan 11:00 AM - 2026-07-05
Amerîka û Îran Ajans

Amerîka û Îran

Çavkaniyan roja Şemiyê eşkere kirin ku Pakistan dê di 11'ê vê mehê de (Tîrmeh) gereke nû ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bihewîne, ku ev yek di çarçoveya hewldanên ji bo destpêkirina jinûve ya pêvajoya danûstandinan a di navbera her du aliyan de tê.

Çavkaniyan da zanîn ku gera çaverêkirî dê li ser sê dosyayên sereke bisekine, ku ew jî ev in: cezayên Amerîkayê yên li ser Tehranê, samanên Îranê yên cemidandî, ligel dosyaya navokî ya Îranê.
Her wiha anîn ziman ku asta nûnertiya şanda Îranê di danûstandinan de hîn nehatiye biryardan, û destnîşan kir ku biryar dê piştî bidawîbûna merasîma veşartina Rêberê Îranê Elî Xameneyî bê dayîn.

Ev ger piştî du civînên din ên ku meha borî li Swîsreyê û roja sêşem û çarşema borî li Dohayê hatin lidarxistin, û li dûv mehên ji pêwendiyên nerasterast ên di navbera Waşinton û Tehranê de tê. Ev pêwendî li ser kontrolkirina rageşiyê û zindîkirina pêvajoya danûstandinên derbarê bernameya navokî de bûn, di demekê de ku nakokiyên li ser rakirina cezayan û garantiyên daxwazkirî ji her du aliyan berdewam in.
Ji aliyê din ve, danûstandinên çaverêkirî hîn jî rûbirûyî astengiyên girêdayî amadekariyên piştî şerê dawî dibin, ligel nakokiyên derbarê bernameya navokî ya Îranê, mekanîzmayên serbestberdana samanên Îranê yên cemidandî û birêvebirina Tengava Hurmizê, di demekê de ku her du alî hewl didin fersendên vegera li ser rêyeke dîplomatîk ku rageşiya li herêmê kêm dike, biceribînin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket