Yûnan.. Belemek koçberan wergêre 6 kes ne diyarin

Cîhan 10:29 AM - 2026-07-05
koçber PUKMEDIA

koçber

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî li Seranserê Ewropayê ragihand ku belemeke koçberan li nêzîkî perravên Yûnanistanê noq bûye û li gorî agahiyên destpêkê, heta niha herî kêm 6 koçber winda ne.

 Bekir Elî, Serokê Komeleyê ji PUKMEDIA re ragihand: Êvara pêncşemê, belemeke koçberan li deryaya bakurê rojhilatê navçeya (Karlovasî) li girava Samos a Yûnanistanê, ku nêzîkî perravên Tirkiyeyê ye, noq bûye.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku li gorî şopandinên wan, bextewarane ti koçberên kurd di nav wê belemê de nînin.
Hevdem niha hêzên pasewanên perravên Yûnanistanê ji bo dîtina kesên windabûyî, li herêmê di nava operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de berdewam in.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket