Balafirên şer li Kerkukê sitargehên terorîstan kirin armanc

Kurdistan 10:26 PM - 2026-07-04
Balafireke şer ina

Balafireke şer

Kerkûk Terorîst

Îro Şeme 4/7/2026`an, Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê aşkere kir ku balafirên şer ên F-16 li navçeya Dibsî ya Kerkukê veşartgehên terorîstan kirin armanc.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê di daxuyaniyekê de got: Li ser bingeha plansazî û şopandinê û bi hevrêziya şaneya hedefgirtinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û di encama çavdêriya îstîxbaratê ya berdewam a pênc rojan de, frokvanên hêzên asmanî stargeheke terorîstan li herêma sînor a navbera hikûmetên navendî û herêmê de, bi taybetî li navçeya Dibs, kirin armanc.

Amaje bi wêyekê jî hat kirin ku operasyon li ser bingeha îstîxbarata ku ji hêla Ajansa Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê ve, bi hevkariya ajansa dijî terorê ve hatî piştrast kirin, pêk hatiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket