Hêzên ewlehiyê nêzîkî 10 ciwanên kurd desteserkirin
Kurdistan 02:44 PM - 2026-07-04
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miron
Hêzên Ewlekariya Sûriyê
Piştî bajarokê
Til Erenê, Hêzên Giştî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê dorpêça xwe li ser gelê Efrînî
tundtir dike û li ser riya Reqa-Hesekê çend ciwanên Kurd digire.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro roja Şemiyê ragihand ku endamên
Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê nêzîkî 10 ciwanên Kurd li
xaleke kontrolê li bajarokê El Kerame li gundewarê Reqayê girtin, dema ku ew bi
malbatên xwe re ber bi parêzgeha Hesekê ve diçûn.
Li gor zanyariyan ew ciwanên hatine desteserkirin ji herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê ne, ku ew ber bi
cihekî ne diyar hatine revandi n û hîna jî çarenivîsa wan ne diyar in
Malbatên
girtiyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku bi lez û bez mudaxele bikin daku
çarenivîsa kurên wan û cihê ragirtina wan eşkere bibe, û ji ber nebûna ti
agahdariya fermî li ser sedemên girtina wan, ew tavilê serbest werin berdan.
Ev yek di
demekê de ye ku, roja 1ê Tîrmehê, li bajarokên Tel Eran û Tel Hasil li
gundewarên rojhilatê parêzgeha Helebê, ku bi piranî ji aliyê pêkhateya Kurd ve
tên niştecîkirin, operasyoneke berfireh ya ewlehiyê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxwe ya hikûmeta Demkî
ya Sûriyê ve hatibû lidarxistin, ku zêdetirî 200 wesayîtên leşkerî
beşdarî operasyonê bibûn, di nav wan de motorsîkletên bi çekên navîn ji hebûn,her
weha endamên hêzên ewlehiyê li çend xalan di nav her du bajarokan de, bi
taybetî li derdora çerxerêya El-Dile li bajarokê Tel Aran bi cih bibûn û di
encamê de 6 ciwanên Kurd desteser kiribûn û jineke Kurd jî êşkence kiribûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

