Iraq û Tirkiye li ser berdewambûna hinardekirina petrolê rêkeftin

Êraq 11:05 PM - 2026-07-03
Şanda Iraqê li Enqerê Wezareta Derve

Şanda Iraqê li Enqerê

Îraq Turkiye

Iraq û Tirkiye li hev kirin ku hinardekirina petrola Iraqê, tevî ya Herêma Kurdistanê, bidomînin û di demek nêzîk de wê peymanek nû îmze bikin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Iraqê, şandeyek payebilind ku ji Alîkarê Wezîrê Derve Mihemed Bahr-Ilûm, Alîkarê Wezîrê Petrolê Nezîr Hindawî û Balyozê Iraqê li Enqerê Mecîd Lacmawî pêk tê, bi Wezîrê Wize û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayrakdar re civiyane.

Di civînê de mekanîzmayên ji bo xurtkirina hevkariya dualî di sektora wizeyê de, û her weha girtina tedbîrên pêwîst ji bo hinardekirina petrolê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike, hatin gotûbêj kirin.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku peymana xeta boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê hatiye gotûbêjkirin û çend xolên danûstandin û civînên teknîkî hatin lidarxistin û her du alî li hev kirin ku li ser berdewamiyê şêwirê bi hev bikin.

Wezareta Derve ya Iraqê got ku tê payîn ku di qonaxa pêş de protokolek ji bo hinardekirina petrola Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê, were îmzekirin û ev protokol dê gavek girîng be ji bo amadekirina peymanek nû di navbera her du aliyan de.

Eve jî di demekê de ye ku rêkeftina boriya petrola xav cara yekem di 27ê Tebaxa 1973an de di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hate îmzekirin, ku li gor biriyara hikûmeta Tirkiyeyê di dawiya vê mehê de û di 27/7/2026`an peyman bi dawî dibe , ku Tirkiyê jî amade nîne ku bi vê awayê niha peymanê îmze bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket