Qubad Talebanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya

Kurdistan 08:08 PM - 2026-07-03
Wêneyê Civînê Nûsîngeha ragihandina Qubad Talebanî

Wêneyê Civînê

Qubad Talebanî Turkiye

Cîgirê Serokwezîr û Endamê Mekteba Siyasiya YNKê Qubad Talebanî bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasiya YNKê Derbaz Kosret Resûl, di serdanekê bo Tirkiyeyê digel Wezîrê Derve yê wî welatî Hakan Fîdan re civiya û li ser çend mijarên girîng ên hevbeş nêrînên xwe parve kirin.

Di civîna ku îro roja Înê (3/7/2026) li Enqerê paytexta Tirkiyê pêk hat de, pêşketinên dawî yên pêvajoya aştiyê li wî welatî hatin gotûbêjkirin, Qubad Talebanî piştgiriya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoyê ji nû ve piştrast kir, her weha kêfxweşiya xwe jî anî ziman ku dema dibîne aliyên peywendîdar yê wî welatî rijdin li ser pêşveçûn û serkeftina pêvajoyê.

Qubad Talebanî pêvajoya aştiyê wekî pêvajoyek dîrokî û girîng ji bo Tirkiye û herêmê bi nav kir û ragihand: Bi baweriyek û hêviyek mezin li benda pêşketina pêvajoyê ne û Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina vê pêvajoyê amade ne ji bo her cûre alîkariyê.

Her weha Qubad Talebanî hêvî jî xwest  ku ev qonaxa nû bibe sedema alugora şandeyên karsazan, veberhênanê, danûstandina şandeyên akademîk û çandî û zêdebûna geştiyaran di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî de.

Mijareke din a civînê her wiha li ser pêşketinên dawî yên li herêmê, bi taybetî şer û nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî gotûbêj hatin kirin, Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser helwesta neguhêr a Herêma Kurdistanê kir û ragihand: Herêma Kurdistanê ne tenê dê nebe beşek ji nakokî û aloziyan, lê dê bi hevkarên xwe re ji bo parastina aştî û aramiya herêmê bixebite.

Di beşek din a civînê de, rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê û mijara astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû hatin giftûgo kirin û di vê derbarê de jî QubadTalebanî got:  Rewşek nû li deverê, Iraq û Herêma Kurdistanê derketiye holê û divê alî hewl bidin ku di zûtirîn dem de hikûmetek nû ava bikin. Tekez jî kir ku YNK amade ye ku hikûmetek li ser bingeha hevbeşiyek rasteqîne ku bê cudahî xizmeta gelê Kurdistanê bike ava bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket