Piştî teqîna li Şamê du êrîşên çekdarî li Siweyda û Duweylayê çêbûn

Cîhan 02:48 PM - 2026-07-03
Parêzgeha Siwêda li Sûriyê reuters

Parêzgeha Siwêda li Sûriyê

Sûriyê

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku piştî êrîşeke çekdaran li ser çeperên Hêzên Ewlekariya Navxweyî, du çekdar hatin kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de, piştî ku xaleke kontrolê ya ewlehiyê li gundewarê Şamê hate armanc girtin, birîndar hatin ragihandin.

Kenala El-Exbariye ragihand ku komên çekdar ên "derveyî yasayê" îro roja Înê bi çekên giran çeperên Hêzên Ewlekariya Navxweyî li herêma Tel Hedîdê, rojavayê parêzgeha Sweydayê, başûrê Sûriyeyê, kirin armanc.

Nûçegihanekî platforma "Syria Now" jî ragihand ku di nav endamên qaşo "Parêzvanên Nîştimanî" de ji ber hedefgirtina çeperên wan li gundewarê rojavayê Sweydayê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve birîndar hene.

Ev yek di demekê de tê ku li hin deverên Sweydayê, başûrê Sûriyeyê, aloziyên ewlehiyê zêde bûne, ku êrîşên li ser hêzên ewlehiyê û dewriyeyên komên çekdar di demên dawî de pirtir bûne.

Suweyda ji Tîrmeha 2025an vir ve di bin rêkeftineke agirbestê de ye, piştî pevçûnên çekdarî yên di navbera eşîrên Bedewî û Druz de ku bi sedan kes kuştin û birîndar kirin.

Di heman demê de, îro di encama êrîşeke li ser xaleke kontrolê ya li herêma Duweyla ya gundewarê Şamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de birîndar bûne û êrîşkar jî hatiye kuştin.

 Televîzyona El-Exbariyê ya Sûriyeyê ji çavkaniyek ewlehiyê veguhest ku got: "Saet 5:10ê sibê, kesek hewl dide bombeyekê li nêzîkî xala kontrolê ya Keşkulê biteqîne. Piştî lêkolîna cenaze, hat destnîşankirin ku ew a Daniyal Riyad Dawud e, ku bi kuştin û bazirganiya madên hişber tawanbare.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket