Serok Bafil û Îbrahîm Kalın tekezî li ser xurtkirina têkiliyên xwe dikin

Kurdistan 10:44 PM - 2026-07-01
Serok Bafil û Îbrahîm Kalin Nivîsingeha Ragihandina Serok Bafil

Serok Bafil û Îbrahîm Kalin

Serok Bafil

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Dabaşanê pêşwazî li Serokê Dezgeha Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyê Îbrahîm Kalın kir.

Di civînê de li ser pêşketin û guhertinên dawî gotûbêj hatin kirin û girîngiya parastina aramiya herêmê bi girîng hat zanîn.

Pêvajoya aştiyê hate gotûbêjkirin û Serok Bafil piştgiriya xwe ya ji bo serkeftina vê gava dîrokî dubare kir û got: Emê hewlên xwe li ser riya Serok Mam Celal bidomînin daku ev gava girîng û biryardar bibe serkeftinek, bi armanca pêşxistina jiyana hevbeş û pêkanîna aştiyeke berfireh ku di berjewendiya ewlehî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn de be.

Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên dualî di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket