Efrîn: Destdanîna ser milkên welatiyan berdewam dikin
Kurdistan 01:35 PM - 2026-07-01
PUKMEDIA
Efrîn
Li Efrînê, operasyonên destdanîna ser mal û milkên sivîlan û
ferzkirina bacan ji aliyê koma ku wekî "Lijneya Aborî" tê naskirin,
berdewam dikin. Ev komîte ji endamên komên çekdar ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve
tên piştgirkirin û di bin sîwana Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî de ne,
pêk tê.
Li gorî agahiyan, ev operasyonên destdanîna ser milkan
rasterast erd, xanî û dikanên welatiyên Kurd dikin armanc, bi taybetî jî yên
kesên ku koçberî dervayî welêt bûne an jî yên ku bi darê zorê hatine
koçberkirin, ku ev yek bi hinceta "nebûna wan li navçeyê" tê kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ev kiryar herî zêde li
navçeya Reco ya li gundewarê Efrînê giran bûne.
Rêxistinê diyar kir ku van koman di bin gefa çekan de, li
ser şêniyên herêmê û kesên ku nû vedigerin, pere di navbera 1000 û 10,000
dolaran de ferz kirine. Ev pere di berdêla vegerandina xaniyên wan an jî ji
bo ku destwerdan li zeviyên wan ên zeytûnan .
Di dema dawî de, van komên nefermî operasyon dest pê kirina
ku dest danin ser baxçeyên zeytûnan bi hinceta ku xwediyên wan li wir nînin
ligo ku xizmên wan li deverê ne û xizmet dikin.
Her weha li gor ragihandina şêniyên ku nû vegeriyane herêmê,
wan piştrast kir ku dezgehên ewlehî û dadwerî yên ser bi Hikûmeta Demkî ve,
heta niha nekarîne sînor li ber van kiryaran deynin an jî berpirsyaran ceza
bikin, Ev rewş dibe sedem ku kesên zirar dîtine nekaribin daxwaza mafên xwe
bikin, ji ber ku ditirsin rastî sîxurî, revandin an jî êrîşan bên.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, berdewambûna van
binpêkirinan hiştiye ku bi sedan malbat ji vegera li ser xaniyên xwe dudil bin
û paş de bisekinin, tevî ku di dema borî de bi hezaran koçber vegeriyane
Efrînê. Sedema vê yekê jî tirs û fikarên wan ên li ser nebûna jiyaneke ewle û
berdewambûna tirsandina darayî (madî) ye.
Di heman demê de, çalakvan hişyariyê didin ku berdewambûna
van reftaran aloziya civakî kûrtir dike, baweriya bi saziyên herêmî xira dike û
aramiya li herêmê dixe bin metirsiyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

