Trump:Divê buhayê sotemeniyê li Amerîka dakevin

Cîhan 09:25 AM - 2026-06-30
Donald Trump, Serokê Amerîka PUKMEDIA

Donald Trump, Serokê Amerîka

Cîhanî

Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji benzînxaneyan kir ku tavilê buhayên benzînê kêm bikin,ji ber ku buhayên heyî kêmbûna buhayên petrolê nîşan nadin, wî bazirganan ji encamên bilindkirina buhayê jî hişyar kir.

Trump roja Sêşemê ragihand ku divê benzînxane tavilê bihayên xwe kêm bikin!Di demekê de ku niha bihayê her bermîlekî petrolê 68 dolaran e û ber bi daketinê ve diçe, bihayên wan pir zêde ne.

Her weha got: Divê kompaniyên firoşkar zû bersiva vê daxuyaniyê bidin û tiştê ku ew dizanin rast e bikin daku bihayên xelkê me yê mezin li Amerîka kêm bikin, tu îstîsmar di bihabûnê de nayê pesendkirin, ji ber ku ev bi tevahî ne yasayî ye;eger firoşkar vê yekê nekin, pirsgirêkên mezin li benda wan in!.

Trump got:Bi armanckirina bihayekî nêzîkî 2.50 dolarî ji bo her galonekê dest pê bikin;her weha divê Kalîforniya jî dev ji sepandina van bacên giran yên li ser benzînê berde.

Di Demeke nêzîk de, Bac dê ji buhayê berhemê bi xwe bilindtir be, û Amerîka dê vê yekê pesend neke,her wiha xelkê Kalîforniya jî, yên ku ji ber van bacên bê aqil ji aliyê hikûmeta xwe ve tên zextkirin, vê yekê pesend dikin.

Trump rexne li bac girt û xwest ku ew werin kêmkirin ji ber ku ew barê li ser mile hevrikan zêde dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket