Şoreş Îsmaîl tekezî li ser berdewamiya reformên hêzên Pêşmerge dike

Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-29
Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind ê Brîtanî Ragihandina Wezareta Pêşmerge

Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind ê Brîtanî

Pêşmerge Kurdistan

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 29/6/2026`an pêşwaziya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanyayê Kolonel (John Stone) kir.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind yê leşkerî yê Birîtanyayê li ser çend mijarên girîng ên di navbera Wezareta Pêşmerge û tîma şêwirmendiya Brîtanî de giftûgo kirin.

Wezîrê Pêşmerge ragihand: Em tekezî li ser pêşveçûna bêtir a hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û zêdekirina şiyanên leşkerî û serxistina pêvajoya reformên leşkerî di Wezareta Pêşmerge de bi armanca avakirina artêşeke neteweyî ya Kurdistanî dikin.

Ji aliyê xwe ve Kolonel (John Stone) piştgiriya welatê xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir û got: Em ê berdewam bin bi hevrêzkirin û berdewamiya peywendiyên xwe bi Wezareta Pêşmerge re.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket