Rêveberiya Trump daxwaza zêdetirî 87 milyar dolar ji Kongreyê dike

Cîhan 10:04 PM - 2026-06-25
Serokê Amerîkayê Donald Trump PUKMEDIA

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Malpera nûçeyan a Aksiyos a Amerîkî belav kir ku kabîneya Donald Trump, Serokê Amerîkayê, daxwazeke fermî pêşkêşî Kongreya welatê xwe kiriye ji bo terxankirina 87.6 milyar dolarî.

Li gorî raporê, para şêr ji vî budceyê ku 67 milyar dolar e, ji bo qerebûkirina lêçûnên Wezareta Berevaniyê (Pentagon) tê veqetandin. Herwiha herî kêm 11 milyar dolar ji bo piştgirîkirina cotkaran û nêzîkî 5.1 milyar dolar jî ji bo proseya rûbirûbûna vîrûsa Ebolayê li Afrîqaya Navîn hatiye destnîşankirin.

Aksiyos bal kişandiye ser wê yekê jî ku ev daxwaza rêveberiya Trump, nakokiyeke tund di navbera kongresmenên demokrat û federalîstan de derxistiye holê. Mijara sereke ya nakokiyan jî peywendîdar e bi yeklakirina pirseke destûrî ya girîng, ew jî ev e: Gelo artêşa Amerîkayê mafê wê heye ku bêyî vegeriyan û wergirtina erêkirina Kongreyê, biryara pêxistina şer bide yan na.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket