Wezareta Petrolê: Gotegotên vekişîna Îraqê ji OPECê nerastin

Êraq 04:12 PM - 2026-06-25
Avahiya Wezareta Petrolê ya Îraqê Ragihandina Wezaretê

Avahiya Wezareta Petrolê ya Îraqê

Petrol

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand; bi tu awayî gefa vekişîna Îraqê ji OPECê helwesta fermî ya hikûmeta Îraqê nîşan nade.

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand û got: Ew gotegotên behsa wê yekê dikin ku Îraq gefa vekişîna ji OPECê kiriye, helwesta fermi ya hikûmeta Îraqê nîne û tekez kiriye ku ev babet ji aliyê Serokwezîr yan kabîneya hikûmetê ve nehatiye gotin, belkû berevajî vê, di navbera welatên endam ên OPECê de têgihîştineke bilind heye ku rewşa taybetî ya Îraqê li ber çavan were girtin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku ajansa `Bloomberg News` ji zarê berdevkê Wezareta Petrolê Selîm Rukabî ve belav kiribû, ku eger pişka berhemanîna Îraqê neyê zêde kirin wê Bexda vekişîna ji rêxistina OPEC binirxîne, hevdem ajansa (Reuters) ji zarê berpirsekî payebilind amaje bi kirîza darayî ya Îraqê kiriye ku bi egera kêmbûna rêjeya hinardeya petrolê ye.

Di dawiyê de, Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal tekez kir ku ev hevkarî û têgihîştin dê were nirxandin da ku bigihîje astek dadperwer a hilberîna petrola Iraqê, ji bo ku ew bikaribe pêgeha xwe wekî duyemîn hilberînerê herî mezin di rêxistina OPECê de biparêze û dahata darayî ya pêwîst ji bo pêşkeftina welêt peyda bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket