Erdheja li Venzewêlayê û tirsa tsunamiyê heye
Cîhan 09:21 AM - 2026-06-25
PUKMEDIA
Venezewêla
Du erdhejên bi hêz Venezewêla hejandin û karesateke mezin bi
xwe re anîn. Ji ber zêdebûna zirar û ziyanên madî, ajans behsa egerê rûdana
tsunamiyê li wê deverê dikin.
Ajansan ragihandin ku: Îro serê sibehê du erdhejên bi hêz bi
pileyên 7.2 û 7.5 herêma Venezewêla hejandin, ku navbera her duyan tenê 39
çirke bûn. Erdhej bû sedemarûxan û hilweşandina gelek avahî, her weha hişyarî
li ser çêbûna pêlên tsunamiyê tê dan.
Ew yek jî tê eşkere kirin ku tîmên hewarçûnê ku ji 500 kesan
pêk tên, hewla alîkarîkirina xelkê didin û heta niha karîne 18 kesan bi zindî
ji bin kavilên avahiyên rûxayî rizgar bikin. Li gorî zanyariyên destpêkê,
mirina 30 kesan hatiye ragihandin û zirar û ziyan di asteke bilind de tên
texmînkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya daxuyaniyekê li ser
torên civakî diyar kir ku welatê wî amade û bi kelecan e û şiyana wî heye ku
alîkariyê pêşkêş bike, û ragihand: Hemû saziyên hikûmeta me hatine agahdarkirin
da ku bi lezgînî ji bo alîkariyê amade bin, mixabin zanyariyên destpêkê yên
derbarê rûdanê de ne dilxweşker in.
Hevdem, Seroka bi wekalet a Venezewêla Delcy Rodríguez, ji
ber zêdebûna ziyanên erdhejê li seranserê welat rewşa awarte ragihand. Ji aliyê
din ve, wê spasiya xwe ji bo piştgirî û alîkariyên Serokê Amerîkayê diyar kir,
yên ku piştî erdheja wêranker pêşkêşî welatê wê kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

