Oman û Îranê tekezî li ser vekirîbûna Tengava Hurmuzê dikin

Cîhan 11:26 AM - 2026-06-24
Tengava Hurmuzê PUKMEDIA

Tengava Hurmuzê

Îran


Oman û Îranê di beyannameyek hevpar de, pabendbûna xwe bi vekirin û ewlehiya Tengava Hurmuzê ji bo çûnûhatina navdewletî dupat kirin, bi mercê ku rêz li serweriya her du welatan bê girtin.

Oman û Îranê di beyannameyek hevpar de ragihandin: Em pabendbûna xwe bi vekirîbûn û ewlehiya Tengava Hurmuzê  ji bo çûnûhatina navdewletî dupat dikin, hevdem di rêya komîteyeke hevbeş ligel welatên herêmê re gotûbêjan li ser birêvebirina tengavê dikin.
Ji aliyekî din ve, Rêxistina Deryayî ya Navdewletî (IMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, dest bi cîbicîkirina planekê kir ji bo veguhastina bi sedan keştiyên asêmayî li Kendavê (ku nêzîkî 11 hezar deryavan tê de ne) daku di Tengava Hurmuzê  re derbas bibin.

Ev gav jî piştî rêkeftina agirbestê ya navbera Îran û Amerîkayê tê û ev prose bi hevahengî ligel (Oman, Îran, welatên peravê, Amerîka û sektora veguhastina deryayî) birêve diçe, piştî ku garantiyên ewlehiyê yên pêwîst hatine bidestxistin.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket