Danûstanên Amerîka û Îranê li Swîsre bi rêve diçin

Cîhan 05:15 PM - 2026-06-21
Birêveçûna danûstanên Amerîka û Îranê Medya

Birêveçûna danûstanên Amerîka û Îranê

Beriya niha danûstanên di navbera Îran û yên Amerîka li ser Gola Lucerne ya Swîsreyê dest bi danûstandinan kirin û rêkeftina aştiyê ya mayînde û vekirina Tengava Hurmuz û rewşa Lubnanê dê di nav mijarên herî girîng yên danûstandinan de bin.

Îro Yekşem rêkefta (21-06-2026) an danûstanên şandeya Amerîka bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîka Jay Devans û Serokê şandeya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê bi rêve diçe.

Derbarê rewşa danûstanan, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî ragihand ku hevdîtin berdewam dikin û em hêvî dikin ku ev civîn bigihîjin rêkeftineke berfireh ku dê hemû aliyên yadeştnameya têgihîştinê ya di navbera Tehran û Washingtonê de çareser bike.

Derbarê bi rêveçûna danûstandinan jî, piştî îmzekirina peymanê, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku, ji bo danûstanên li ser mercên herdu aliyan, dê komên teknîkî û pispor bên avakirin û em wekî Qeter, dê bi Pakistanê re navbeynkariya xwe bidomînin.

Di heman demê de, Cîgirê Serokê Amerîka Jay Devance berî civînê ragihand ku,em aştiyeke mayînde bi riya dîplomasiyê dixwazin û tekez kir ku Tengava Hormuzê hatiye vekirin û pêngavên baş ji bo gihîştina rêkeftinekê hatine avêtin.

Vance amaje bi wê yekê kir ku di du demjimêrên borî de di danûstanan de pêşketineke girîng çêbûye û got:Ji bo cara yekem, emê rasterast bi Îraniyan re bicivin daku pirsgirêkên mayî çareser bikin.

Ev yek di demekê de ye ku, biryar bû roja Înê (19-06-2026) an Peymana aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de li Swîsre bihata îmzekirin, lê ji ber temam nebûna rêkarên ku heta îro hatin paşxistin, hewldana aştiyê ya mayînde di navbera Amerîka û Îranê de di 11ê Nîsana 2026an de, bi navbeynkariya Pakistanê dest pê kir, û çend têkçûnên dawî di dawiyê de gihîştin rêkeftineke dawî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket