Zeydî berî serdana Amerîka dê kabîneya xwe temam bike

Êraq 03:09 PM - 2026-06-21
Heyder Ebûdî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Wah

Heyder Ebûdî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Elî El Zeydî dê di nîvê meha bê de berî serdana xwe ya Washingtonê kabîneya xwe temam bike û budceya 2027an ya dawiya vê salê amade bike.

Heyder Ebûdî, berdevkê hikûmeta Îraqê di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku postên wezîran yên vala dê di nîvê Tîrmehê de werin dagirtin,ji ber vê yekê, Serokwezîr Elî Zeyedî dê berî serdana xwe ya Amerîka di nîvê Tîrmehê de hemû postan dagirtin.

Her weha got:Di serdana wî ya Washingtonê de gelek mijarên girîng hene ku dê bên gotûbêjkirin,di nav wan de mijarên aborî û kontrola çekan di destê dewletê de hene, ku ev bernameya hikûmetê ji bo aramiya li Îraqê ye.

Derbarê guhertina postên ewlehiyê de, berdevk ragihand ku guhertina postên ewlehiyê ne ji ber xemsarî yan sizakirinê bû; di şûna wê de, hikûmeta Îraqê nêzîkatiyek nû ji bo rêveberiya saziyan heye.

Berdevkê hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî ragihan ku aboriya welêt û deynê derve ji bo dagirtina kêmasiyê ,Hikûmeta Îraqê piştgiriya deynê derve nake ji ber ku Îraq welatekî hejamr nîne û gelek vebijarkên din hene ku bigre ber niha jî çendî amaje bo başbûna rewşa aboriya welatê derketine.
Her weha aşkere kir ku,budceya 2027an dê heta Cotmeha îsal were amadekirin, daku pêşkêşî parlemana Îraqê were kirin.

Derbarê kompaniyên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin de, Heyder Ebûdî ragihand; hikûmet gerentiyê dide hemû kompaniyên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, ji ber ku ew bi mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Di dawiyê de jî; Berdevkê hikûmeta Îraqê Heyder El Ebûdî aşkere kir ku,Serokwezîrê Îraqê Elî El Zeydî got:Ewê di pêşerojê de partiyek siyasî ava neke û ji bo hilbijartinan nebe namzet.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket