Trump li G7 peyamek ji Îran û Îsraîl û Sûriyeyê re şand
Cîhan 05:38 PM - 2026-06-16
Reuters
Donald Trump li G7
Serokê Amerîkayê
Donald Trump di axaftina xwe ya roja Sêşemê, 16ê Hezîrana 2026an de, di lûtkeya
G7 de li Fransayê, peyam ji Îran, Îsraîl û Sûriyeyê re şand.
Trump diyar kir ku
armanca sereke ya peymana bi Îranê re ew e ku pêşî li bidestxistina çekên
navokî bigire, û hişyarî da ku ger wisa bike, "dojeh" dê li ser wê
dakeve.
Her weha baweriya xwe anî ziman ku
"peymana bi Îranê re dadperwerane ye, pesna seroktiya aqilmend a niha li
Tehranê jî da û tekez kir ku, wî qet guhertina rejîmê wekî armanca şer nedîtiye.
Trump piştrast kir ku Amerîka
ne mecbûre ku piştî peymana bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn li Îranê
veberhênanê bikin, û got, "Em ê tu pereyan li Îranê veberhênan
nekin."
Wî destnîşan kir ku
"ji hêla psîkolojîk ve, em dixwazin ji Îranê uranyûma dewlemendkirî
bistînin", bêyî ku wateya xwe zelal bike.
Trump her wiha bang li
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî kir ku "berpirsiyartir li hember
Lubnanê tevbigere", wekî ku wî got. Tevî ku wî têkiliya xwe ya pir baş bi
Netanyahu re piştrast kir, serokê Amerîkayê zêde kir ku wî "nerazîbûna xwe
ji Îsraîlê re li ser êrîşa wê ya dawî li ser Beyrûtê nîşan daye."
Trump ragihand ku wî
"pêşniyar kiriye ku Sûriye li şûna Îsraîlê bi Hizbullahê re mijûl bibe.
Trump got: "Ger Îsraîl nikaribe karê xwe (li Lubnanê) bêyî kuştina mirovên
din bike, wê hingê divê Sûriye bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

