Serokomar: Emê bi dîdgeha Mam Celal rûbirûyê pirsgirêkan bibin
Êraq 04:00 PM - 2026-06-16
Ragihandina Serokomar
Serdana Serokomar
Serokomrê Îraqê Nizar Amêdî roja Sêşemê 16ê Hezîrana 2026an
serdana Navenda Saziya Serok Celal Talebanî li Bexdayê kir û ji aliyê Serokê saziyê,
Balyoz Mihemed Sabir û çend endaman ve hat pêşwazîkirin, Serokomar vekirina
baregeha saziyê li paytextê li wan pîroz kir û ji wan re serkeftinên berdewam
di mîsyona wan a mirovî û neteweyî de xwest.
Di hevdîtina di navbera Serokomar û endamên saziyê de, ku
Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî jî beşdar bû, çalakî û bernameyên wê yên di warên
çandî, civakî û mirovî de hatin nirxandin û perspektîfên hevkariyê ji bo
piştgiriya destpêşxeriyên ku xizmeta welatiyan dikin hatin nîqaşkirin.
Serokomar her wiha destnîşan kir ku Saziya Serok Celal Talebanî
dirêjkirina mîrateyek neteweyî temsîl dike ku şopek girîng li ser jiyana siyasî
ya Iraqê hiştiye, û girîngiya hewldanên berdewam ji bo pêşxistina çanda diyalog
û têgihîştinê û piştgiriya aramiya neteweyî û hevkariyê tekez kir.
Her weha Serokomar dupat jî kir ku prensîb û dîdgehên ku Mam
Celal pê bawer dikir, dê ji bo me wekî çirayek rêber bimînin di têkoşîna li
dijî alingariyan û pirsgirêkan û anîna ramanan di navbera hêzên siyasî de û
yekkirina hewldanan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên welêt bikin.
Ji aliyê xwe ve, serok û endamên saziyê spasiya xwe ji bo sardana
Serokomar Nizar Amêdî anîn ziman, wan tekezî li ser pabendbûna berdewam a
saziyê ji bo parastina arşîva Mam Celalê nemir kirin. Ji bilî pêkanîna bername
û destpêşxeriyên ku armanca wan xizmetkirina civakê ne û piştgirîkirina hemî
hewildanên ku hevkarî û nêzîkbûna di navbera kurên gelê Iraqê de pêş dixin,
kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

