Macron giring dibîne…Trump îmzekirina peymanê radigihîne
Cîhan 09:23 PM - 2026-06-15
AFP
Trump û Macron
Serokê
Amerîkayê Donald Trump got ku; peymana têgihêştina bi Îranê re hatiye îmzekirin
û Tengava Hormizê "bi qismî" hatiye vekirin, diyar jîkir ku, tengav
dê roja Înê ya bê piştî merasîma îmzekirinê bi tevahî were vekirin.
Dema ku
Trump roja Duşemê, 15ê Hezîrana 2026an, ji bo beşdarbûna civîna G7 gihîşt
bajarê Evian ê Fransayê, ragihand ku, Îranê qebûl kiriye ku nebe xwediyê çekên
navokî, ku ev jî bingeha nakokiyan bûye.
Serokê
Amerîkayê piştrast kir ku Cîgirê wî, (J.D. Vance), dê roja Înê ya bê beşdarî
merasîma îmzekirinê bibe, û destnîşan kir ku ew dixwaze naveroka peymana têgihîştinê
bi Îranê re eşkere bike "ji ber ku ew belgeyek girîng û bihêz e, û em ê di
demek nêzîk de belav bikin."
Trump got ku
sivikkirina dorpêçên li ser Îranê "dê bi reftarên wê ve girêdayî be",
û zêde kir û got: Tengava Hormizê dê "piştî ku ji mayîn werin
paqijkirin" bi tevahî bêpere were vekirin.
Di
pêşveçûnek têkildar de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku peymana
têgihîştinê gavek pir girîng bû û dê rê bide vekirina Tengava Hormizê.
Macron di
civîneke çapemeniyê de ligel Trump got jî: "Artêşa Fransî amade ye ku li
Tengava Hormiz alîkariyê bike ger Amerîka bixwaze pêşniyarê qebûl bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

