Serokomar: Tekezî li jîngeheke aram ji bo rojnamevanan dikin
Êraq 06:19 PM - 2026-06-15
Ragihandina Serokomar
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Iraqê (Nizar Amêdî) bi boneya 157emîn salvegera damezrandina
rojnamegeriya Iraqê, nameyeke pîrozbahiyê ji rojnamevanên Iraqî re şandiye û dibêje:
Ez bi şanazî ve şehîdên rojnamegeriya Îraqê bibîrtînim.
Naveroka peyamê:
Bi boneya 157emîn salvegera damezrandina rojnamegeriya
Iraqê, ez ciwantirîn pîrozbahiyên xwe li hemû rojnamevan û dezgehên medyayê yên
li Iraqê dikim, û rola wan a neteweyî û profesyonel di ragihandina rastiyê û
dengê welatiyan de bilind dinirxînim.
Em piştgiriya xwe ji bo afirandina jîngeheke ewle û
perwerdekirina rojnamevanan ji bo pêkanîna erkên xwe yên profesyonel bi awayekî
azad û berpirsiyar tekez dikin, ji ber ku ew stûneke sereke ne di xurtkirina
demokrasiyê de.
Bi vê boneyê, em bi serbilindî şehîdên rojnamegeriya Iraqê
yên ku jiyana xwe ji bo parastina rastiyê û azadiya axaftinê feda kirin bi bîr
tînin, da ku qurbaniyên wan her gav ji hêla welêt ve werin bîranîn û bibin
çavkaniya îlhamê ji bo nifşê pêşerojê.
Em pişta xwe didin medyaya profesyonel da ku rola xwe di
xurtkirina baweriyê di navbera civak û medyayê de, rûbirûbûna peyamên tundrew û
derewîn, û beşdarbûna di avakirina pêşerojek hêjayî hemû Iraqiyan de bidomîne.
Nizar Amêdî
Serokomar
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

