Trump gefa êrîşê dike û Pijîşkiyan jî rijde li ser helwesta xwe

Cîhan 09:20 PM - 2026-06-10
Pijîşkiyan û Trump PUKMEDIA

Pijîşkiyan û Trump

Amerîka Îran

Serokê Amerîka tevgera balafirên şer yên B-2 ber bi herêma Kendavê ve da destpêkirin û ragihand ku,êdî dem ji bo danûstandinan nemaye û emê îro êrîşên xwe bidin destpêkirin,li hember wî jî serokkomarê Îranê ragihand ku, gefên Donald Trump yên ji bo lêdana binesaziya aborî ya welatê wî nîşana têkçûna Washingtonê ye di bicihanîna vîna gelê Îranê de, ne nîşana hêza wê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump destpêkirina şerê li dijî Îranê ragihand û got:Ezê îro êrîşî Îranê bikim û êrîş dê pir û binesaziyê bike hedef û aşkere kir ku heya ku Îran peymanê îmze neke, çi cih ji bo danûstandinên din tune ye.

Her weha got jî:Îranî dem dikujin û henekê xwe bi hişê wî dikin,di heman demê de jî, balafirên şer ên B-2 yên Amerîkî bi tankerên sotemeniyê ber bi herêma Kendavê ve diçin.

Di vê navberê de, Îranî hîna jî rijdin li ser helwesta xwe, û heta Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî di bersiva gefên Trump de got: Êrîşkirina ser binesaziya aborî û pêdiviyên jiyana xelkê belgeya têkçûna li ber vîna gelê me ye û ne nîşana hêzê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket