Serokomar: Piştgiriya destpêşxeriyên nîştimanî û serweriya yasa dikin
Êraq 04:10 PM - 2026-06-09
Ragihandina Serokomar
Serokomar û Sekreterê Partiya Komunîst
Serokomarê
Îraqê Nizar Amêdi roja Sêşemê 9ê Hezîrana 2026an li Koşka Selam ya li Bexdayê, pêşwazî
li Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Îraqê Raid Fehmî û şandeya
pêre kir.
Di hevdîtinê
de, pêşketinên dawî yên li ser qadên navxweyî û herêmî û rêbazên misogerkirina
aramiyê û pêşvebirina hewldanên pêşkeftinê gotûbêj kirin.
Serokomar
tekezî li girîngiya xurtkirina diyalog û têgihîştinê di navbera hêzên siyasî
yên cihêreng de, ku dibe alîkar bin ku helwestên yekgirtî ji bo rûbirûbûna bi
pirsgirêkên heyî re û bidestxistina xwestekên welatiyan ji bo ewlehî, xizmet û
pêşkeftina domdar pêk werin.
Her wiha
Nizar Amêdî da xuyakirin ku pabendbûna Serokatiyê ya ji bo piştgiriya destpêşxeriyên
neteweyî yên ku yekîtiya civakî xurt dikin û prensîbên edalet û serweriya yasayê
diparêzin.
Ji aliyê xwe
ve, Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Îraqê Raid Fehmî piştgiriya
partiya xwe ji bo hemî hewldanên ku armanc dikin ku aramiya siyasî bi awayekî
ku xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê bike û beşdarî pêvajoya ji nû ve avakirin û
pêşkeftinê bibe, anî ziman.
Peyama Pîrozbahiyê ji Hevpîşeyê xwe yê Srî Lankayî WerdigireSerokomar Nizar Amêdî her îro, bi boneya destbikarbûna xwe ya serokatiya komara Îraqê, ji Seroka Komara Demokrat a Sosyalîst a Srî Lankayê rêzdar Anura Kumara Dissanayake, peyamek pîrozbahiyê wergirt.
Di peyama xwe de, Serok Dissanayake pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Serokomar kir û jê re serkeftin xwest, û her wiha ji gelê Iraqê re pêşketin, serfirazî û refaha berdewam xwest.
Serokê Srî Lankayê her wiha piştrast kir ku peywendiyên xurt ên di navbera her du welatan de li ser bingeha girêdanên dostaniyê, nirxên hevpar û rêzgirtina dualî ne, û hêviya xwe ji bo pêşkeftin û xurtkirina wan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du neteweyên dost bike anî ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

