Omer Şêxmûs: Kurd çavkaniya aştî û aramiya herêmê ne
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-09
PUKMEDIA
Omer Şêxmûs û Letîf Nêrweyî
Borda Ragihandinê ya Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo kesayetiya siyasî û akademîk a
Kurd Omer Şêxmûs li Hola Salona Kurdistanî Nwê semînerek bi navê (Pirsa Kurd li
Rojhilata Navîn Di Navbera Derfet û Zehmetiyan de) li dar xist.
Pêşî, Berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî, bal kişand ser kesayetî, rol û têkoşîna Omer
Şêxmûs û armanca semînerê rave kir.
Piştre Omer Şêxmûs dest bi axaftinê kir û got: Berê dihat
gotin ku Kurd ne xwedî şiyan in ku welêt birêve bibin, lê 34 salin Hikûmeta me
ya Herêma Kurdistanê heye. Tevî hemû kêmasiyan, me kariye di piraniya waran de
bixebitin û welat avadan bikin.
Di berdewamiya axaftina xwe Omer Şêxmûs got: Berê em ji du
tiştan pir ditirsiyan, ya yekem ew e ku zimanê me winda bibe, lê niha ziman û
çanda me vejiyaye û di astek bilind de ye. Caran sale 10 pirtûkên kurdî çap
nedibûn lê niha salane bi hezaran pirtûkên kurdî derdikevin, berê dihat gotin
ku kurd 8 milyone niha hemû kes qebûl dikin ku kurd 50 milyone.
Omer Şêxmûs got jî: Niha Kurd li herêmê faktorekî aştî û
jiyana hevbeş in û faktorekî mezin ji bo demokrasiyê ne. Ger Kurd berê bi çekan
xebat dikirin, niha bi rêya demokrasiyê xebat dikin.
Omer Şêxmûs ku di heman demê de endamê desteya damezrêner yê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ye derbarê rewşa niha ya Rojavayê
Kurdistanê de got: Hikûmeta Sûriyeyê qels e û hin gav avêtine, di nav de
qebûlkirina zimanê Kurdî, dayîna hemwelatîbûnê û vegerandina penaberan bo warên
wan, lê divê em ji bîr nekin ku her gava hikûmeta navendî bihêz bibe, ewê mafên
Kurdan kêm bikin, niha li sûriyê hemû tişt, hikûmet, perleman û destûra wî
welatî demkî ne.
Derbarêe w dengoyên ku dibêjin Pêşmerge li Îraqê wê çekan
deyne, Omer Şêxmûs tekez kir ku: Hêzên Pêşmerge ne milîs in, belkû hêza
parastina gelê Kurde û her gav roleke mezin di parastina Kurdistanê de lîstine,
di heman demê de destûra Îraqê hêzên Pêşmerge wekî beşek ji pergala parastinê ya
Îraqê nas kiriye, ji ber vê yekê, ew hêzek pejirandî ye wekî hêzek destûrî.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
10:59 AM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin
Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10



.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

