Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08
PUKMEDIA
Foruma Delfî li Silêmaniyê
Rojên Şemî û Yekşemê 6-7 Hezîrana 2026`an bi çavdêriya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad
Talebanî duyemîn foruma DELFÎ ya aborî li kargeha kulturî li bajarê Silêmaniyê
birêveçû, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û
Serokomarê Îraqê Nîzar Amêdî û gelek mêvanên navxwe yên Îraqî û derve têde
beşdar bûn.
Di destpêka forumê de damezrînerê Foruma Aborî ya (Delphi) Simon
Simeonides gotarek pêşkêş kir û weha axivî û got: Tiştên ku li vê herêmê rûdane
bandor li ewlehiyê kiriye, di vê demê de pir girîng e ku cîhek ji bo diyalogê
hebe, di vê demê de, Herêma Kurdistanê û Silêmanî xwedî pêgeh û cihekî girîng
in.
Simon Semionidis: Forum dê gelek gotûbêjan di nav xwe de bigire
Simon Simeonides got: Herêma Kurdistanê hevbeşekî girîng a veberhênanê ye, ev konferansa ku li Silêmaniyê tê lidarxistin, dê gelek giftûgoyan di navbera berpirsiyaran de vebihewîne, ev gotûbêj dê ne akademîk bin, belkû ji bo ewlehiya cîhanî girîng in.
Di dawiya axaftina xwe de Simon Simeonides tekez kir û got: Em serbilind in ku ji bo cara duyemîn vegeriyane Silêmaniyê.
Serok Bafil: Derfetên baş ji bo pêşerojek çêtir heneSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, di panêlekê de axivî û bal kişand ser guhertinên li herêmê û aloziyan û ragihand ku, gelek guhertin li herêmê çêbûne, derfetên baş ji bo pêşerojek baştir li ber destê me ne, em dikarin aştiyek mayînde jî pêk bînin, lê pêdivîya me bi sebirê heye.
Serokê YNKê amaje bi wê yekê kir û got; "Peywendiya min ya telefonê bi Serok Trump û Ebbas Iraqçî re pir baş bûn.
Kes hikûmeteke wek ya berê naxwazeSerok Bafil tekez kir ku YNKê ji bo aramî û ewlehiyê kar dike, erka me ye ku em li herêmê aramiyê peyda bikin û got: Li Kurdistanê çi hikûmetek ava nabe eger wek hikûmeta berê be, ji ber ku kes hikûmeta berê naxwaze.
Serokomar: Serkeftina forumê piştrastkirina rola Îraqê ye
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî li foruma Delfî gotarek pêşkêş kir û ragihand û got: Spas ji Silêmaniyê re ji bo mazûvaniya vê foruma navneteweyî bo sala duyemîn a li pey hev.
Serkeftina forumê piştrastkirina bêtir a naskirina gerdûnî ya rola ku Îraq dikare di avakirin û pêşxistina pirên diyalogê, pêşxistina têgihîştina di navbera civakan de û dagirtina valahiyan di navbera neteweyan de bilîze ye, nemaze li herêma me, ku bi gelek xetere û pirsgirêkan re rû bi rû ye, di heman demê de gelek ji gel û rêberên wê dixwazin derfetên mezinbûn, aramî û hevgirtinê zêde bikin.
Qubad Talebanî: Ji bo modêrnkirina sektora taybet kar dikin
Di roja duyem a duyemîn korbenda Delfî de Qubad Talebanî di gotarekê de ragihand: Em kar dikin ji bo modêrnkirina sektora taybet, ji bo baştirkirina xizmetguzariyên giştî, ji bo rûbirûbûna guhertina keşûhewayê, û ji bo piştrastbûna ji bihêzkirina ciwanên me; divê jin jî di navenda vê guhertinê de bin.
Qubad Talebanî got jî: Divê em bibin parêzvanên aştiyê,ev ne bangek e ku ji sadehiyê derdikeve, lê ji pêdiviyek mutleq e,aştî baweriyê ava dike, ew aramiyê pêş dixe û dihêle ku em avaker bin,ji ber vê yekê, em hewl didin ku bibin hêzek ji bo aştiy
Ehmed Dawudoglu behsa Rola Serok Bafil û YNKê kirSerokwezîrê berê yê Turkiyê Ehmed Dawudoglu gotarek di foruma Delfî pêşkêş kir û têde behsa siyaseta hekîmane ya Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û cîgorê serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî kir.
Ehmed Dawudoglu got; Em niha di nav krîzek mezin de ne û divê em bifikirin ka em ê çi bikin, ji ber vê yekê min girîng dît ku ezdestxweşiyê li Îraqê û helwestên wan ên hekîmande bikim û bi taybetî ez rola hekîmane ya herdu rêzdaran (Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî) bilind dinirxînim ku di dema şerê Îranê de nîşan dan.
Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Delphî, ji bo sala duyemîn li pey hev li bajarê Silêmaniyê di bin çavdêriya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî de, dest bi karên xwe kir, di Foruma Aborî ya Delfî de, siyasetmedar, biryarder û karsazên mezin û bazirganên ji welatên Yewnanistan, Turkiye, Bulgaristan, Romanya, Gurcistan, Polonya, Îtalya û Parîsê dê li ser ewlehî û enerjiya herêmî, veguhastina kesk, pêşkeftina aborî û derfetên veberhênanê yên nû û hewlên reformê gotûbêj bikin.
Foruma Navneteweyî ya Delfî yek ji girîngtirîn konferansên navneteweyî yên cîhanê ye û her sal li bajarê Delphi ya Yewnanistanê tê lidarxistin, eve sala duyemîne jî ku li Silêmaniyê foruma Delfî birêve biçe.
PUKMEDIA

hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
10:59 AM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin
Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10



.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

