Piştî derbazbûna sê rojan buhayê petrolê daket
Cîhan 11:31 AM - 2026-06-04
Ajans
Buhayên petrolê li cîhanê
Buhayên
petrolê îro roja Pêncşemê rêkefta (04-06-2026) an li bazarên Asyayî daketin, û
pêla sê rojî ya zêdebûna buhayê bi dawî kirin,ev
yek piştî wê yekê tê ku weberhêneran dest bi aramkirina qezancên xwe kirin, digel
nirxandinên berdewam yên aloziyên Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn û nîşanên
kêmbûna embarên petrola Amerîka.
Buhayê petrola Brênt ya ji bo radestkirina Tebaxê
li Borsaya Bazirganî ya New Yorkê ji sedî 1 daket û bû 96.87 dolar ji bo
bermîlê, her weha buhayê petrola xav ya Texasê ya Amerîkî (WTI) ji sedî 0.8
daket û bû 95.22 dolar ji bo bermîlê.
Bazara petrolê hîna jî ji ber nakokiyên di navbera Amerîka
û Îranê de bandor dibe, ku ev yek bûye sedema aloziyên dawî yên wekî êrîşên
mûşekî li ser Kuweyt û Behrêynê û bi êrîşên Amerîka yên li ser girava Qişm ya
Îranê, wan bandorek rasterast çêkiriye.
Hevdem
digel êrîşên Îsraîlê li başûrê Lubnanê berfireh bûne, hêviyeke hindik heye ku
rewş aram bibe, piştî ku Amerîka ragihand ku Îsraîl û Lubnanê li ser mercek
agirbestê li hev kirine daku êrîşên Hizbulahê rawestînin.
Di heman
demê de, daxuyaniya Donald Trump ku Îranê pesend kiriye ku ji pêşxistina çekên Etomî
vekişe,heta radeyekê, tirsên weberhêneran ji
pevçûnên dirêj ji holê rakir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

