Asayîşa Hesekê hejmarek tometbar girtin
Kurdistan 12:28 PM - 2026-06-02
Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan
Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş)
Di serdegirtina hêzên ewlehiyê de li Hesekê ku grûpek çekdar bi revandin
û kuştinê hatibû tawanbarkirin, kesek hat kuştin û çar kesên din hatin girtin.
Di operasyoneke ewlehiyê de ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş)
ve li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin, kesek hat kuştin û çar
kesên din hatin girtin.
Operasyon li dijî grûpek çekdarî hat kirin ku bi beşdarbûna di gelek
revandin û kuştinên li herêmê de dihat tawanbarkirin.
Li gorî zanyariyan, di dema serdegirtinê de di navbera hêzên ewlehiyê û endamên
çeteyan de şer û pevçûn rû dan û di encamê de yek ji kesên ku lê digeriyan hat
kuştin û çar kesên din jî hatin girtin.
Operasyon piştî ku grûpek çekdar bi beşdarbûna di revandin, dizî û kuştinên ku
di demên dawî de li herêmê rû dabû de hatin tawanbarkirin, pêk hat,ev beşek ji
hewldanên ewlehiyê ye ji bo şopandina kesên ku di çalakiyên twan de beşdar in.
Piştî operasyonê, kesên girtî birin dezgeha ewlehiyê ya pispor daku lêpirsînan
temam bikin û rêkarên pêwîst yên yasayî û dadwerî li dijî wan bigirin ber.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan berê roja 24ê Nîsan ya borî mirina endamekî
Hêzên Ewlekariya Navxwe (Asayîş) di şer û pevçûnên ku di dema kampanyayeke
ewlehiyê ya li dijî çend taxên bajarê Hesekê de rû dabûn de ragihandibû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku operasyon beşek ji kampanyayeke ji
bo girtina kesên ku lê digeriyan yên ku di diziyê de beşdar bûn bû, ku asayîşê heft
kes girtin ku guman tê kirin ku beşdarî van twanan bûne.
Li gorî çavkaniyan, di dema hewldana girtina yek ji kesên ku lê digeriyan de şer
û pevçûn derketiye û di encamê de yek ji karmendên ewlehiyê hatiye kuştin û
hêzên ewlekariya herêmê hîna jî di rewşa amadebaşiyê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

