Tirkiye û Sûriye bi rabûna avê û Îraq bi saleke têr av re rûbirûye
Kurdistan 06:42 PM - 2026-05-28
Reuters
Pira Dêrazorê
Pisporê di
warê av û bendavan de Dr. Necim Tarş ragihand ku, Çemê Firatê di dîroka çem de
bilindbûneke rekor di asta avê de tomar kiriye.
Ev rewş bûye sedema lehiyê
Amaje bi wê yekêjî kiriye ku: Ev rewş li Sûriyeyê bûye sedema lehiyê, di heman demê de tê payîn ku Îraq salek têr av û vejandina avê li welêt dest pê bike.
Got jî; Bendavên Tirkiyeyê gihîştine kapasîteya xwe ya herî zêde ya hilanînê nêzîkî 90 milyar metrekupî, ji ber vê yekê ev 11 rojin bi berdewamî nêzîkî 2 hezar metrekupî av di çirkeyekê de ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê hatiye berdan, ku zextek mezin li ser binesaziya avê dike.
Ew yek jî diyar kir ku, bendavên Sûriyeyê êdî nikarin komkirina avê kontrol bikin û ji kapasîteya xwe derbas bûne, ji ber vê yekê rêjeya ava ku ji wan tê berdan ji 1,800 metrekupî di çirkeyê de ûvê yekê ziyan gîhandiye binesaziya deverê ji wan rûxandina pira Dêrazorê ji encama rabûna avê.
Li gorî amaran, Çemê Firatê 4,500 hektar erdê çandiniyê rakiriye û bi dehan xanî li Reqa û Dêrazorê bin avê de hiştine. Her weha kampa "Yonanî" ya penaberên li başûrê Reqayê bi tevahî binavbûye û zêdetirî 180 malbat hatine veguhastin.
Eve di demekê de ye ku, nêzîkî 65 xanîyên heriyê li gundên Dêrazorê zirar dîtin û bin avê de man, nêzîkî 4,500 hektar zeviyên genim û cehê avdayî binavbûne, çend navendên geştiyariyê û xwaringehên li ser çem bin avê de man û hejmareke mezin ji ajalan jinavçûne.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî; Ev hemû pêşketin di demekê de tên ku rayedarên hikûmetê tenê hişyariyên devkî didin û pêvajoyên rizgarkirinê tenê ji hêla tîmên parastina sivîl û tîmên herêmî ve têne kirin, ku hejmar kêm in û xwe dispêrin hewldan û şiyanên mirovan.
Her weha hemû pirên leşkerî û demkî yên li Derazorê jî ji ber herikîna bihêz a avê bi tevahî ji kar ketine, di heman demê de çavdêriya nêzîk a pirên kevirî yên sereke, wekî pira "siyasiye" berdewam dike.
Îraq bi saleke pir têr av re rûbirû ye
Derbarê bandora vê rewşê li ser Îraqê, Dr. Necim Tarş piştrast kir ku welat di xetereya lehiyê ya giştî de nîne ji ber ku bendavên Hedîse, Hebaniye û Rezaze xwedî kapasîteya hilanînê ya mezin a ji 15 mîlyar metrekupî zêdetir in, ku eve têra xwe dike ku pêşî li pêlên mezin ên avê yên ji Sûriye û Tirkiyeyê tên bigire.
Hevdem navborî tekez kir ku çiravên li başûrê Îraqê gelek boşayî têde heye û dikarin herikîna zêde ya avê bigirin, ku dê xweza û jîngeha çiravan vejîne.
Dr.Necim Tarş dibêje: Îraq bi saleke lehiyê re rûbirû nîne, lê bi saleke pir têr avî re rûbirû ye, ku dê sûdê bide sektorên çandinî û ava binê erdê.
Çawa çêbû?
Ev lehî piştî ku asta ava Bendava Firatê ji ber barana zêde û zêdebûna ji nişka ve ya herikîna avê ji Tirkiyeyê gihîşt 97% kapasîteya xwe çêbûn.
Piştî ku Tirkiyeyê Bendava Ataturk bêyî agahdariyek pêşwext vekir da ku zexta avê ji ber helandina berfê an tedbîrên teknîkî yên têkildarî bendavan kêm bike, vê yekê Wezareta Rêveberiya Awarte û Karesatan bi hevrêziya Lijneya Giştî ya Bendavê, amadekariyê bigihînin asta herî bilind û pênc derî vekin da ku avê berdin, ku bû sedema bilindbûna asta ava çem ji du metreyan zêdetir û Pira Mansûr (pira kevin a Reqayê) wekî wek tedbîrekî xweparêziyê daxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

