57 sal di ser parêzgehbûna Duhokê re derbas bûn

Kurdistan 10:59 AM - 2026-05-27
Duhok PUKMEDIA

Duhok

Duhok


Parêzgeha Duhokê, ku dikeve bakurê Herêma Kurdistana Îraqê, wek yek ji navendên giring ên aramî, pirrengî û geşepêdana aborî di herêmeke tiji nakokî de derdikeve pêş.

Duhok, ji 27ê Gulana 1969an vir ve wek parêzgeh hatiye naskirin û bajar di navbera zincîreçiyayên Şindoxa li başûr, Çiyayê Spî li bakur û Çiyayê Mam Sîn li rojhilat de hatiye dorpêçkirin û ligel herêmên kurdî yên Tirkiye û Sûriyeyê hevsînor e.
Li gorî xemlandin û amarên fermî, hejmara rûniştvanên parêzgehê zêdetirî 1.4 mîlyon kes e, Duhok wek yek ji navendên pêkvejiyana aştiyane tê hesibandin, ku tê de pêkhateyên kurd, keldanî, aşûrî û ermen li gel peyrewên olên îslam, mesîhî û êzdî bi hev re dijîn.

Vê pêkvejiyanê kiriye ku parêzgeh bibe penagehek ji bo qurbaniyên şer ên li herêmê, piştî serhildana rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2014an de û vêketina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Duhokê hembêza xwe ji bo zêdetirî nîv mîlyon aware û penaberên ji netewe û olên cuda vekiriye, ku niha di çendîn kampên seranserî parêzgehê de niştecih in.
Ji aliyê îdarî ve, parêzgeh dabeş dibe ser heft qezayên sereke ku ev in: Duhok (navend), Zaxo, Akrê, Amêdî, Sêmêl, Şêxan û Berdereş. Hevdem ligel berfirehbûna rûniştvanan, bajar geşbûneke berçav di kerta xwendina bilind de bi xwe ve dîtiye û niha çendîn zanîngeh û navendên rewşenbîrî yên hikûmî û taybet di herêmê de kar dikin.
Li gorî amarên Rêveberiya Geştûguzara Duhokê, di parêzgehê de nêzîkî 900 cihên geştûguzarî û çendîn şûnwarên kevnar hene, evê yekê jî kiriye ku bibe cihê bala geştyarên navxweyî û navneteweyî.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket