Qubad Talebanî: Pirsgirêkên xwe bi diyalog çareser bikin
Kurdistan 08:50 PM - 2026-05-25
Ragihandina Qubad Talebanî
QubadTalebanî digel Konsolê Almanya û Brîtanya
Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi cuda bi her yek li Konsulê
Giştî yê Almanya Albrecht von Wittke û Konsulê Giştî yê Brîtaniya li Herêmê Andrew
Beasley re civiya.
Di her du
civînên ku roja Duşemê (25/5/2026) li Hewlêrê birêveçûn de, rewşa siyasî ya
Herêma Kurdistanê û derengketina avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma
Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Di vê mijarê
de, Qubad Talebanî, behsa nakokî û sekinandina danûstandinan kir û ragihand ku,
divê rêyek were dîtin da ku ev rewşa xitimî bi dawî bibe û her du alî YNKê û
PDKê deriyê qonaxek nû vekin, ji ber ku berdewamiya vê rewşê dê zirarê bide pêgeha
Herêmê û jiyan û guzeranê welatiyên Herêna Kurdistanê.
Di derbarê peywendiyên
di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê de jî, Qubad Talebanî got, ev demek
dirêj e me gotiye ku Bexdad kûrahiya stratejiya me ye û divê em wekî Kurd li
wir hebûnek xurttir hebe.
Wî tekez kir
ku destbikarbûna hikûmeta nû li Bexdadê derfetek baş e ji bo çareserkirina
pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê de li ser mijarên cûda, lê
ji bo vê yekê divê aliyên Kurdistanî hevkar û hevaheng bin.
Her wiha li
ser pêşketinên li herêmê nêrîn hatin parvekirin. Di vê çarçoveyê de, Cîgirê
Serokwezîr bal kişand ser pêşketinên di danûstandinên di navbera Amerîka û
Îranê de û hêvî xwest ku danûstandin bigihêjin encamek baş û bibin sedema aştî
û aramiyê li herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

