Krîza Partiya Gel a Komarî girantir dibe... Polîsên Tirk serokê "ji kar dûrxistî" ji kar derdixe
Cîhan 11:00 PM - 2026-05-24
Ajans
Polîsên Tirkiyê
Polîsên Tirkiyê îro Yekşemê 24ê Gulana 2026an gaza rondikrêj
avêtin ser baregeha Partiya Gel a Komarî (CHP), partiya sereke ya opozîsyona
welêt, da ku serokê wê yê ji kar hatiye dûrxistin ji kar dûr bixin, û ev yek aloziya
siyasî kûrtir kir. Heta niha ne diyare ka birîndar hene yan na.
Dadgeha li Stenbolê roja Pêncşema borî biryar da ku serokê
CHPê Ozgor Ozal ji erk dûr bixe û encamên kongreya partiyê ya ku ew di sala
2023an de lê hatibû hilbijartin betal kir, bi paêpişta hebûna cudakariyan. parêzgarê
Enqerê ferman da ku kesên di hundirê baregehê de werin derxistin.
Ozel di peyameke vîdyoyî de ku li ser X`ê hate weşandin dema
ku polîs ketin avahiyê got, Em rastî êrîşê hatine.
Piştre piştî ku polîs ketin hundir ji avahiyê derket û di
nav çepikên alîgirên xwe de bi medyayê re axivî. Wî ji girseyê re got, Ji niha
û pê ve, Partiya Gel a Komarî dê derkeve kolan û meydanan da ku ji bo
desthilatdariyê têbikoşe." Piştre bi sedan alîgirên xwe, digel komeke
mezin ji polîsan , ber bi avahiya parlementoya Tirkiyeyê ve bir.
Serkirdayetiya ji kar dûrxistî ya Partiya Gel a Komarî, bi
serokatiya Ozel biryara dadgehê şermezar kir û wekî "kudeteya
dadwerî" bi nav kir. Ozal soz da ku dê bi rêyên qanûnî îtîrazê li biryarê
bike û "şev û roj" li baregeha partiyê ya li Enqerê bimîne.
Roja Şemiyê, Ozal daxwaz kir ku kongreyeke nû ya partiyê di
zûtirîn dem de were lidarxistin, lê Kilîcdar Oglo got ku kongre dê di
"demeke guncaw" de were lidarxistin.
Medyaya dewletê roja Şemiyê ragihand ku polîsên Tirkiyê 13
kes di çarçoveya lêpirsîna li ser kongreya 2023an de girtine. Kesên ku hatine
girtin bi sûcên binpêkirina Qanûna Partiyên Siyasî, wergirtina bertîlan û
şûştina pereyên bi neqanûnî hatine bidestxistin têne tawanbarkirin.
Hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê ya bê ji bo sala 2028an
hatiye plankirin, û analîstan pêşniyar kirine ku biryara dadgehê egerê dengdana
zû zêde dike.
Hikûmet tohmetên ku dibêjin dadgehan ji bo hedefgirtina
dijberên siyasî bikar tîne red dike û li ser serxwebûna dadweriyê israr dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

