Zêdetirî 10 Hezar Welatiyên Kurd Daxwaza Nasnameyê Dikin
Kurdistan 12:25 PM - 2026-05-23
ANHA
Welatiyên Kurd Daxwaza Nasnameyê Dikin
Wezareta Navxwe ya Sûriyê aşkere dike, ku heta niha 2 hezar
û 892 malbatên kurd daxwazname pêşkêşî komîteyên pêdana regeznameyê kirine ku
dike 10 hezar û 516 welatî daku nasnameyê werbigrin.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Sûriyê: Li Parêzgeha
Hesekê zêdetirîn serlêdan hebûye ku gihêştiye 2 hezar û 772 daxwazname, piştî
wê jî parêzgeha Helebê tê ku 75 daxwaznameye, piştre jî Şam tê ku 32 daxwazname
ne û daxwaznameyên din jî li parêzgeha Reqa û Dêrazorê pêşkêşî komîteya pêdana regezameyê
hatiye kirin.
Ev pêngava Wezareta Navxwe di çarçoveya mersûma komarî ya
hêjmare 13ê ya sala 2026`an, ku taybet bû bi pêdana mafên netewî û çandî bi
gelê Kurd û di serî de jî pêdana nasnameyan bi welatiyên kurd ên bê nasname.
Eve jî di demekê de ye ku Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed
Şeri roja 16/1/2026`an, mersûma komarî jimare 13 derxist ku çar xalan li xwe
digre.
Giringtirîn xalên mersûma komarî evin:
-Zimanê Kurdî zimanekî nîştimanî ye
-Cejna Newrozê dibe bêhnvedana fermi
-Nasnameya Sûrî bi kurdên bê nasname yên rûniştiyên Sûriyê tê dayîn
-Welatiyên kurd yên Sûrî beşekî bingehîn û resen yên gelê Sûriyê ne
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

