Vekirina deriyê sînorî yê Rebîa û bandora wê li ser Kurdistanê
Îraq 04:04 PM - 2026-05-22
Ajansa Nûçeyan a Îraqê
Deriyê Sinorî yê Rabîa
Hikûmeta Îraqê
hewlên bênavber dide ji bo ku dahatên xwe yên nepetrolê zêde bike, nemaze piştî
aloziyên jeopolîtîk ên dawî li Rojhilata Navîn û girtina Tengava Hurmizê ku
derbeyek kujer li aboriya Îraqê xist, ji ber ku Îraq hîn jî xwedî aboriyek kirêxure
ku %90ê dahata xwe ji firotina petrolê qezenc dike, ev yek bûye sedem ku çavê
hikûmeta Îraqê li ser vekirin û vejandina deriyên sînor be.
Deriyê sînorî
(Rebîa – Ye`rubiye an jî Til Koçer) yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de piştî
zêdetirî 13 salan ji ber rewşên ewlehiyê girtîbû, ji nû ve hate vekirin.
Divê derbarê
de Endama Encumena Nûneran a Îraqê hişyariya bandora vekirina ew deriyê sinorî
li ser kêmbûna alûgora bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyê bi rêya Herêma Kurdistanê
dide.
Sirwe
Mihemed, endama Komîteya Aborî ya Encumena Nûneran a Îraqê, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye: Bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraqê de di
rojên dawî de bi rêya Sûriyeyê ji nûve destpêkiriye û ew jî, bi rêya deriyê sinorî
ya Rebîa, ku ev çendîn salin girtî bû.
Ev gavek başe ji bo ÎraqêSirwe Mihemed got jî: Her çend ev gaveke başe ji bo Îraqê û zêdekirina bazirganiyê, lê ji bo ku Rebîa nebe cihgirê deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe li gorî pênaseya gumrikê û sîstema `Esîkoda` de xwe biguncîne û li gorî biryar û yasayan tevbigere.
Bi nêrîna wê parlemanterê, hebûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê de di warê deriyên sînor û pênaseya gumrikê de wekî ku niha hene, dê zirarên mezin bidin aboriya Herêmê û asta bazirganiya ji xalên sînor ên Kurdistanê bi welatan re kêm bibe ku ew rêjeya dahata niha heye ew jî nemîne.
Rebîa li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê yeHêjayî gotinêye deriyê sînor ê (Rebîa-Yarûbiye- Til Koçer) di navbera Îraq û Sûriyeyê de hatiye vekirin, ew deriyê sinorî jî ji aliyê Sûriyê ve dikeve sinorê Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û tê payîn ku rojane bi hezaran kamyon di vê derî re derbas bibin.
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Desteya Deriyên Sînor ên Îraqê ferîq (Omer Waîlî) ragihand: Armanca ji dubare vekirina deriyê sînor ê Rebîayê ji bo vejandina bazirganiya di navbera Îraq û Sûriyeyê de ye, niha jî deriyê sinorî bi temamî amadeye ji bo karkirinê û di demên pêş de jî wê şiyana karkirina wê were zêde kirin.
Got jî: Bazirganiya bi rêya vê deriyê sinorî, ji bilî alûgora curên cuda yên kelûpelan û hatûçûna geştiyaran, di demên dawî de hinardekirina petrola Îraqê jî bi tankeran zêde kiriye.
Waili diyar jî kir ku derî dê wekî rêyek ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye û Îraqê de bi rêya Sûriyeyê tê bikaranîn.
PUKMEDIA/Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

