Doza Şêrwan Şêrwanî dê ji Serokwezîrê Kanadayê re bê şandin
Kurdistan 11:26 AM - 2026-05-21
PUKMEDIA
Şêrwan Şêrwanî
Li Kanadayê bi beşdariya hunermend, nivîskar û çîn û tiwêjên din, kampînek ji
bo azadkirina Şêrwan Şêrwanî tê birêvebirin û dozê wî digihînin serokwezîrê wî
welatî, her wiha rêkxirên kampînê jî daxwazê ji parêzvanên azadiyê dikin ku
beşdar bibin û piştgiriyê li azadiya raderbirînê bikin.
Li Kanada kampîna Azadiyê
ji bo Şêrwan Şêrwanî, bi beşdariya hejmareke berçav ji hunermend, nivîskar,
rojnamevan, çalakvan û karkerên Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê tê
birêvebirin. Kampîn ji komkirina îmzeyan û axaftina li ser rewşa azadiya
rojnamegeriyê û azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê û girtina Şêrwan Şêrwanî
pêk tê.
Her wiha ew nameya
derbarê azadkirina Şêrwan Şêrwanî û azadiya raderbirînê de ku bi zimanê
îngilîzî hatiye amadekirin, bi rêya Îmêl ji serokwezîr, wezîrê derve yê Kanada,
serokên partiyan, parlamenteran û rêxistinên siyasî û sivîl ên wî welatî re
hatiye şandin. Di nameyan de daxwaz ji aliyan hatiye kirin ku fişarê bixin ser
hikûmeta Herêma Kurdistanê daku Şêrwan Şêrwanî bê şert û merc azad bike û bêtir
haydarî rewşa azadiya rojnamegeriyê û raderbirînê bin, ji ber ku Kanada yek ji
wan welatan e ku giringiyê dide mafên mirovan.
Beşeke din a
çalakiyan ji bo berevaniyê ye di ber Şêrwan Şêrwanî de ku li ser hin tohmetên nerast
hatiye girtin. Çalakî ji komkirina piştgiriyê bi şêwazê onlayn pêk tên û beşek
ji organîzatorên kampînê jî daxuyanî û ronkirinan didin medyayên Kanadayê.
Şêrwan Şêrwanî di
7ê Cotmeha sala 2020an de tevî hejmarek rojnamevan û çalakvanên Badînanê hat
desteserkirin. Piştî çend mehan ji girtina wan, Dadgeha Taybet a Sûcan a
Hewlêrê di roja 16ê Sibata 2021an de bi tohmeta "têkdana ewlehiya
nîştimanî", cezayê şeş salên zîndanê li ser ferz kir. Paşê di dîroka 19ê
Tebaxa 2025an de di dadgeha cezayên sivik a Bineslawe de, bi zêdetirî çar salên
din ên zîndanê hate cezakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

