El Hîlalî:Beriya Cejna Qurbanê hejmarek girtî serbest tên berdan
Kurdistan 04:03 PM - 2026-05-20
Medya
Ehmed El Hîlalî Cîgirê Parêzgarê hesekê
Cîgirê Parêzgarê
hesekê ragihand di demeke kurt de 1500 Malbat din ji deverên ser bi parêzgeha
Hesekê dê vegerin Efrînê , her weha beriya Cejna Qurbanê hejmarek girtiyên din serbest dê bên berdan.
Ehmed El Hîlalî
Cîgirê Parêzgarê Hesekê ragihand ku di çarçoveya Rêkeftina 29ê Kanûna Duyem ya sala 2025 an de ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatiye
îmzekirin, pêvajoya vegera malbatên koçberên Efrînî ji bo bajarê xwe berdewam e,piştî
vegera pênc karwanan di dema berê de, amadekariyên şandina karwana şeşemîn berdwam
in.
El Hîlalî got:
Em amadekariyê dikin ji bo karwanek
din ya koçberên Efrînî ji herêmên Dêrik
û Qamîşlo yên parêzgeha Hesekê vegerin gund û bajarokên xwe ku zêdetirî 1500 malbat in.
El Hîlalî derbarê girtiyan
daxuyand ku karwana dawî ya dîlgirtiyan dê beriya Cejna Qurbanê dê werin berdan
lê hîna jî derbarê hejmara girtiyan de çi agahiyên zelal nînin.
Ev yek di demekê de
ye ku, karwana yekem ya ji 623
malbatan pêk dihatin, ji herêma Kobanî duh roja Sêşemê rêkefta (19ê Gulanê) ber bi bajarê Efrîn ve çû û gihîştin cih û warên xwe.
Heya niha çar
karwan gihîştine sînorê herêma Efrîn ku bi vî awayî ne:
*Roja 9ê Adarê: 400
malbat.
* Roja 4ê Nîsanê:
200 malbat.
* Roja 14ê Nîsanê:
800 malbat.
* Roja 9ê Gulanê:
Nêzîkî 1,000 malbat.
Piştî ku Hêzên
Çekdar yên Turkiyê (TSK) û Artêşa Azad ya Sûriyê (ASA) piştî berxwedana 58
rojan ya şervan û xelkê Efrînê, roja roja 18ê Adara 2018an navenda bajarê Efrînê
dagîr kirin, bi sed hezaran akinciyên Efrînî neçar man ku koçber bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

