El Zeydî:Bi hevre emê rûbirûbûyê pirsgirêkan bibin

Îraq 03:00 PM - 2026-05-16
Elî El Zeydî piştî ku erkên xwe wekî Serokwezîr dest pê kir gotarek pêşkêş kir Ofîsa Ragihandina Serokwezîr

Elî El Zeydî piştî ku erkên xwe wekî Serokwezîr dest pê kir gotarek pêşkêş kir

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El Zeydî piştrast kir ku qonaxa bê divê qonaxa hevkariyeke rastîn û derbaskirina nakokiyan be, û soza xebata dilsoz û biryardariyeke rastîn ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan da, her weha destnîşan kir ku bernameya hikûmetê armanc dike ku aboriyeke neteweyî ya bihêz, cihêreng û domdar ava bike.

Zeydî di axaftina xwe de di merasîma bidestxistina serokwezîriyê de îro roja Şemiyê 16ê Gulana 2026an got: Gel baweriyeke mezin û berpirsiyariyeke dîrokî spartiye min, û Civata Nûneran di qonaxek aloz ya dîroka Îraqê de baweriya xwe da hikûmeta me û aşkere kir ku ev ji me dixwaze ku em ji bo niha û pêşeroja gelê Îraqê bi xîret kar bikin

Serokwezîr spasiya xwe ji Civata Nûneran re anî ziman ji bo dayîna vê baweriya neteweyî, û diyar kir ku ev bawerî soz û pabendbûnek li ber Xwedê, gel û dîrokê ye, her wiha spasiya serokên Çarçoveya Hemahengiyê û hêzên siyasî ji bo rola wan di pêkanîna serkeftî ya hikûmetê de kir.

El Zeydî tekez kir ku qonaxa bê divê qonaxa hevkariyeke rastîn û derbaskirina nakokiyan be û soza xebata dilsoz û biryardariyeke rastîn ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan da gelê Îraqê.

El Zeydî got: Îraq, tevî dewlemendiya xwe, demek dirêj e ji ber pirsgirêk û qeyranên aborî û xizmetguzariyê êş dikişîne, û hikûmeta me destpêkirina bernameyeke berfireh ya çaksaziyên aborî û darayî dide pêş û tekez kir ku bernameya me armanc dike ku aboriyeke neteweyî ya bihêz, cihêreng û domdar ava bike û mê ber bi aboriyeke ku xwe nespêre çavkaniyeke yekane, lê sektorên din vejîne.

Her weha got: Emê ji bo parastina fonên giştî û têkoşîna li dijî gendeliyê di hemî awayên wê de bixebitin û tekez kir ku gendelî êdî ne tenê şaştiyeke îdarî ye, lê bûye astengiyek ji bo pêşkeftinê û astengiyek ji bo pêşkeftina neteweyê.

Serokwezîr dazanîn ku pêşkêşkirina kar ji bo ciwanan û kêmkirina bêkariyê di nav pêşîniyên sereke yên hikûmetê de ne bi rêya destpêkirina projeyên berhemdar û pêşkeftinê û emê ji bo handana weberhênanê û piştgiriya sektora taybet bixebitin daku bibe hevkarê sereke di avakirina aboriya neteweyî de, û ji bo peydakirina hawîrdorek dadperwer û belavkirina wekhev ya derfetan di navbera hemî Iraqiyan de, bêyî cudakarî û alîgiriyê û piştgiriya xwe ya bêhempa ji bo kerta perwerdehiyê bi rêya pêşxistin û nûjenkirina xwendingehan û zanîngehan piştrast kir.

Civaka perwerdeyî pabend e bi bilindkirina saziyên akademîk û zanistî, û emê bi planên kirdarî berdewam bikin daku kerta tenduristiyê pêşve bibin û asta xizmetên bijîşkî baştir bikin û emê ji bo pêşxistina nexweşxane û navendên tenduristiyê û dabînkirina dermanan li hemî bajar û deverên gundewarî bixebitin her weha destnîşan kir ku dosyeya xizmetguzarî û binesaziyê dê wekî rehîn ji sozên paşxistî re nemîne, lê dê bibe qadek ji bo çalakiyên rastîn.

El Zeydî weha berdewam kir,emê di hemî mercên xizmetguzarî û binesaziyê de projeyên stratejîk bicîh bînin, û hikûmet dê bibe dewletek saziyan û serweriya yasayê, guh bide dengê welatiyan û emê ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û parastina serweriya Îraqê kar bikin.

Aşkere jî kir ku emê ji bo xurtkirina peywendiyên xwe yên Erebî, herêmî û navneteweyî li ser bingeha rêzgirtina hevbeş kar bikin. Îraq hêjayî wê ye ku îro rabe û gelê wê bi rûmet bijî her weha spasiya kûr ji bo helwesta Desthilata Olî ya Bilind ji bo helwestên wê yên aqilmend û rola wê di parastina aştiya civakî de, û pêzanîna me ji bo hemî saziyên olî û neteweyî yên ku nûnertiya hemî pêkhateyên civaka Îraqê dikin" anî ziman.

El Zeydî di dawiya axaftina xwe got: Riya çaksaziyê dibe ku dijwar be, lê ne ne gengaz e,emê di nav we de û bi we re bin, ji bo her maleke Îraqî û her ciwanekî ku li derfeteke kar digere bixebitin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket