Partiyên Kurd daxwaza yeksaniya Kursiyên di Civata Gel de dixwazin
Kurdistan 07:31 PM - 2026-05-15
ANHA
Bajarê Qamişlo
Li Rojvayê Kurdistanê, 10 partiyên Kurdî nerazîbûn
nîşanî destnîşankirina 4 kursiyan ji bo nûnertiya Kurdan di Civata Gel ya Sûriyê
de dan, û diyar kirin Sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji
nav 210 kursiyên Civata Gel, xapandineke aşkera ya li ser rastiyên demografî û
siyasî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin di demekê de ku
pêkhateyên Sûriyê li bendê ne ku dewleteke welatîbûn û şirîkatiyeke rastîn ava
bikin, her wiha rêyeke siyasî ya giştî peyda bikin ku dawî li bi dehan salên
marjînalbûnê bîne, gelê me bi 'hilbijartinên Civata Gel ya Sûriyê' şok bû.
Di daxuyaniyê de hatiye:Sînordarkirina nûnertiya
Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Meclisa Gel, xapandineke aşkere
ye li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê ye,gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji sedî ne ne kêmî ji sedî
20’ê tevahiya nifûsa Sûriyê ye, îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji
dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê parvekirî di biryardana nîştimanî de bê par
tê hiştin lewra em van tayînkirinan bi her awayî red dikin.
Em pêwîstî bi mafê xwe yê nûnertiya rastîn ya
parlamenî dibînin ku ne kêmtirî 40 kursiyan be ji bo kesên ku bi awayekî zelal
xwedî ramanên neteweyî yên kurdî ne û doza wî ya dadperwer diparêzin, ev yek jî
li gorî rêjeya nifûsa rastîn a pêkhateya Kurd e.
Her wiha hate diyarkirin ku tayînkirinên bi vî
rengî xizmeta daxwazên gelê Kurd nake û hate gotin “dê têkoşîna xwe ya aştiyane
û dîplomatîk, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk yên Sûriyê re berdewam bikin,
ta ku şirîkatiyeke nîştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên neteweyî yên
rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê nas bike pêk were.
Partiyên daxuyanî daye ev in:
- Partiya
Lîberal ya Kurd li Sûriyê
- Partiya
Kesk ya Demokrat
- Partiya
Hevpeymaniya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî
- Partiya
Komunîst ya Kurdistanê
- Partiya
Demokrat ya Kurdistanê - Sûriyê
- Partiya
Guhertina Demokratîk ya Kurdistanê
- Partiya
Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
- Partiya
Parêzgeran ya Kurdistanê
- Partiya
Roj ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê
- Tevgera
Nûjen ya Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

