Mekteba Siyasî sizakirina Ecac waneyekî mezin eji bo dujminên Kurdistanê
Kurdistan 01:24 PM - 2026-05-14
PUKMEDIA
Logoya YNK
Mekteba Sîyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi boneya derçûna
biryara bidarvekirinê ji bo Ecac, celadê cînosayda Enfalê û tawankarê kurdkujê
zîndana Nugre Selman, peyameke pîrozbahiyê arasteyî komalên xelkê Kurdistanê bi
giştî û xwediyên enfalkiriyan bi taybetî dike, ku ev naveroka wê ye:
Mekteba Sîyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
pîrozbahiyeke germ li komalên xelkê Kurdistanê bi giştî û kesûkarên
enfalkiriyan bi taybetî dike, bi boneya dadgehkirin û biryara hukmê rewa li ser
celadê mezin ê cînosayda Enfalê û tawankarê kurdkujê zîndana Nugre Selman,
Ecacê xwînrêj.
Îro pêncşemem 14ê gulana 2026an, Dadgeha Resafe li Bexdayê
qada tola rewa ya dîrokê û hukmê dadperwerane bû li ser tawankar Ecac Ehmed
Herdan Tikrîtî, ku di dosyaya Enfalê de navê wî wekî yek ji kesên herî xirab ên
rêjîma Beisê tê.
tawankarek ku
qirêjtirîn cureyên tawanan rojane û gav bi gav li dijî xwîşk, dayik, pîr û
zarokên zîndana Nugre Selman encam dane û Zindana Nugre Selman di serdema rêjîma
Beisê ya wekî dêwekî de, li dijî gelê me hatibû avakirin û wekî kabûsekê bû.
Dadgehkirina Ecac ders û waneyeke mezin e ji bo hemû dijmin
û neyarên gelê Kurdistanê, ku dereng yan zû, roja sizadana tawankaran tê û roja
însaf û vegerandina mafan ji bo zordestîlêkiriyan ji hemû çîn û tiwêjên miletê
me tê û tu caran li ser wan de naçe.
Serkewê dad û dadperwerî li Îraqa nû û federal de, û bila
hemû awatên gel ên ku bi hezaran qurbanî di pênava wan de hatine dan, bi cih
werin.
Ruhê şehîdan asûde be û careke din li bîranîna şîrîn a
enfalkiriyan pîroz be.
Mekteba Sîyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

