Neteweyên Yekbûyî alîkariya xwarinê %50 ji bo Sûriyê kêm dike
Cîhan 05:44 PM - 2026-05-13
Ajans
Dîmenek ji dabeşkirina alîkariyan li penaberên Sûrî
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku,
ewê alîkariya xwarinê %50 ji bo penaberên
Sûriyê kêm bike.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ewê alîkariya xwarinê ya awarte ji bo
xelkê Sûriyê bi rêjeya %50 kêm bike û bernameya xwe ya alîkariya nan, ku ji bo
bi mîlyonan welatiyên Sûrî sûdmend bû,
ji ber kêmbûna fînansmanê rawestîne.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî îro di
daxuyaniyekê de ragihand ku ew ne çare ku operasyonên xwe yên li Sûriyê bi
awayekî berbiçav kêm bike ji ber kêmbûna fînansmanê, di nav de kêmkirina
alîkariya xwarinê ya awarte.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya ku navenda wê li Roma ye di daxuyaniyekê
de got ku ewê hejmara sûdmendên alîkariya awarte ji 1.3 mîlyon kesan kêm bike
bo 650 hezar kesan.
Rêvebira Sûriyê ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, Marianne Ward, got:Kêmkirina
alîkariya WFP bi tenê ji ber kêmbûna fînansmanê ye, ne kêmbûna pêdiviyan e û
got: Bernameyê destnîşan kir ku kêmbûna fînansmanê bandorê li penaberên Sûrî
yên li welatên cîran yên wekî Urdun û Lubnanê jî dike.
Li gorî rêveberê herêmî yê bernameyê, Semîr Ebdel Caber, Malbatên herî
bê parastin yên li herêmê bi bandorên kombûyî yên krîzên dirêj, lêçûnên zêde û
kêmbûna alîkariyê re rû bi rû ne.
Bernameyê aşkere kir ku ji bo domandin û ji nû ve destpêkirina alîkariya
heyî li Sûriyê, di şeş mehên bê de pêdivî bi 189 milyon dolaran heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

